Xizmên Windayan piştgirî dan pêvajoyê: Bila komîsyon bê avakirin 2025-07-12 14:58:00   NAVENDA NÛÇEYAN –Xizmên Windayan di çalakiya vê heftê de bal kişandin ser merasîma şewata çekan a PKK’ê û gotin: “Em careke din balê dikşînin ku darizandina kiryaran, hesabpirsîna berpirsiyaran ji bo rêya ku diçe aştiyê girîng e.”   Çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan didomin.   COLEMÊRG   Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 183’yemîn a çalakiyên xwe de li Kolana Sanat a navçeya Geverê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankartên "Kiryar diyar in, winda li ku ne" û "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hatin vekirin û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Mehmet İşik û Mahîr Duşunmez edalet hate xwestin.    Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz daxuyanî xwend û merasîma şewata çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk bibîr xist û ev tişt got: “Ev pêvajo ji bo gelên Tirkiyeyê pir girÎng e. Di vê pêvajoyê de divê dewlet komîsyonê ava bike û ji bo derxistina heqîqetê gavên aştiyê biavêje û guh bide daxwazên dayikên şemiyê. Ji bo despêkirina pêvajoyê daraza kiryaran, hesabpirsîna berpirsiyaran pir girîng e.”   Sîbel Çaprazê diyar kir ku vê heftê ji bo Mehmet İşik û Mahîr Duşunmez ên ku di bin çavan de hatine windakirin, kom bûne û çîroka Mehmet İşik û Mahîr Duşunmez wiha rave kir: “Mehmet İşik û Mahîr Duşunmez ên ku ji bo serdana mirovên xwe çûne gundê Çilik ê girêdayî bajarokê Bajêrgeh, di rê de ji aliyê leşkerên ku rê kontrol dikin ve tên rawestandin. Mehmet İşik ê ku bertek nîşan dide bi awayeke giran tê derbkirin. Piştre Mehmet İşik û Mahîr Duşunmez, bi wesayîta Toyoto ve ji cihê bûyerê dibin. Birayê Mahîr Duşunmez dibe şahide bûyerê. Leşkerên di bin fermendariya çawiş ê bi navê Kamil de, welatiyên ku pirsa bûyerê dikin bi tundî ji wir bi dûr dixin. Her çendî malbat bixwazin Mehmet İşik û Mahîr Duşunmez bi derfetên xwe ve bidin nexweşxaneyê jî Mehmet İşik li pêşiya tabura cendirmeyan û Mahîr Duşunmez jî li nêzî gundê Dilezî jiyana xwe ji didin. Li gorî lêkolînên ku li ser cenazeyên wan hatine kirin de şûna derbên giran, îşkence û ceyrandayînê hatiye tespîtkirin. Her du malbatan xwestin serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê bidin, lêbelê dozger piştî serdana cihê bûyerê rave dike ku her du jî ji ber ceyranê mirine û dosya bi vî awayî tê girtin.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ve bi dawî bû.   AMED   Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 857'emîn li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê berdewam kirin. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên kesên di binçavan de jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin. Tevî Xizmên Windayan, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalan û gelek kesên din beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê heftê de kujerên Mesut Dundar ê ku di Tîrmeha 1992’yan de li navçeya Cizîr a Şirnexê winda bû û 6’ê Îlona 1992’yan de cenazeyê wî hate dîtin, hate pirsin.   Beriya daxuyaniyê Huseyîn Kuçukbalaban ê ku duh beşdarî merasîma PKK’ê bûbû axivî. Kuçukbalaban, got: “Ev gava niyeta baş duh li ber çavê cîhanê hate avêtin. Lêbelê me hêj gavên dewletê nedîtiye. 30 kesên ku du çek danîn dê rewşa wan çawa be? Divê dewlet tavilê komîsyonê ava bike.”   CENAZEYÊ WÎ HATE KIŞKIŞANDIN   Piştre çîroka Mesut Dundar ji aliyê endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Berfîn Elçî ve hate xwendin. Çîroka Dundar wiha hate ravekirin: “Mesut Dundar li nevçeya Cizîr a Şirnexê dijiya. Di tîrmeha 1992’yan ji ji aliyê polîsên Emniyeta Cizîrê ve di serdegirtina malan de tê binçavkirin û îşkencekirin. Polîs Mesut û bavê wî ji malê dibin. Piştre sewqî Nexweşxaneya Dewletê a Cizîrê dikin û Mesut ji ber tirşe xwe di pencereya nexweşxanê de diavêje û direve. Li ser vê yekê polîs gelek caran diavêje ser mala malabta wî û bavê wî îşkence dikin. Di 6’ê Îlona 1992’yan de cenazeyê Mesut Dundar li gundê Nehrîp, li nêzî Aşê Avê yê Şex Degîrmencî, destê wî di pişt de girêdayî û mirî hate dîtin. Li gorî dîtina şahidan leşkerên ku tên cihê bûyerê bi hinceta ku îxtimala bombeyê di binê cenaze de heye, cenazeyê wî bi wesayîta zirxî ve girê didin û dikişkişînin. Wêneya bi sernavê "Mirovahî diherike" ku di 19’ê Mijdara 1992’an de di manşetê rojnameya Ozgur Gundemê de derket, dê bi salan di bîraniyê de bimîne. DMME’yê, di sala 2005’an de ji ber doza Mesut Dundar, ji ber “binpêkirina mafê jiyanê” Tirkiye mehkûm kir.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ve bi dawî bû.   ÊLIH    Li Êlihê Xizmên Windayan û ÎHD’ê, çalakiya xwe ya hefteya 693’yemîn li pêşiya peykerê Mafê Mirovan ê li kolana Gulîstanê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyê kesên di bin çavan de hatine windakirin hate hilgiritn. Di çalakiyê de aqûbeta Aydin Ay ê ku piştî binaçavkirina di 10’ê Tîrmeha 1993’yan de hatibû windakirin, pirsîn.   Rêvebirê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Alî Karadogan, çîroka windakirina Ay xwend û ev tişt got: Aydin Ay 27 salî bû û bi malbata xwe re li Êlihê dijiya. Ay, endamê Rêxistina Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Bajarê Êlihê bû. Di 10’ê Tîrmeha 1993’yan de ji bo kirîna cixarê ji malê derket lêbelê careke din venegeriya. Rexmê hemû hewldan û serlêdanan malbat, tu encamek der heqê aqûbeta Ay de bi dest naxin.”    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ve bi dawî bû.