Emniyetê ji bo îfadeyê bangî Serokê CHP’ê yê Stenbolê kir 2025-07-08 14:58:30   STENBOL - Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya "di hilbijartinê de hîle kirine" ya der heqê Serokatiya CHP'ê ya bajar de, ji bo îfadeyê bang li serokê rêxistinê yê bajar Ozgur Çelîk kir.    Serokê CHP’ê ye Stenbolê Ozgur Çelîk, di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya "di hilbijartinê de hîle kiriye" de ku li Serokatiya CHP’ê ya Stenbolê hatiye vekirin, ji bo îfadeyê bang lê hate kirin. Hate diyarkirin ku Şaxa Li Dijî Sûcên Darayî ya Mudiriyeta Emniyetê ya Stenbolê ji bo îfadegirtina Çelîk, ferman daye.   Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de wiha hate gotin: “Li gorî îdiayên ku ji bo Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê re hatina kirin, hilbijartinên Serokatiya Partiya Komarê ya Gel a Stenbolê de ji bo berjewendiyan hîlekarî hatiye kirin. Li ser vê yekê  lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi hejmara 2025/53885 ve tê rêvebirin Serokê CHP’ê ye Stenbolê Ozgur Çelîk jî di nav de cih digre, ji bo girtina îfadeya wî ji Şaxa Li Dijî Sûcên Darayî ya Mudiriyeta Emniyetê ya Stenbolê talîmat hatiye dayîn. Têkildarî hûrgîliyan de dê agahî bên parvekirin.”