Ji bo komeke din a cigareyan zem hate kirin 2025-07-08 09:28:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo bihayê cigareyên koma Imperial Tobaccoyê zem hate kirin.    Bi nûkirina Baca Mezaxtinê ya Taybet (OTV) re komên cigareyan zeman didomînin. Serokê Piştevaniya Bayiyên Tekelê (TBYD) Erol Dundar ragihand ku ji bo bihayê cigareyên koma Imperial Tobaccoyê (Polo, West, Bianca, Davidoff) zem hatiye kirin.    Dundar, got: “Ji bo komeke din a cigareyan zem hate kirin. Barîna zeman didome.”    Bi vê zemê re cigareya herî erzan a vê komê bû 79 TL û ya herî biha jî bû 91 TL.    Ev zem ji îro ve dikeve meriyetê.