Rojnameger Aslan: Ji bo torenê li benda banga Abdullah Ocalan in 2025-07-07 09:58:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Aslan Aslan ku li Herêma Federe ya Kurdistanê geşedanan dişopîne, diyar kir ku ji bo torena ku dê PKK li dar bixe li benda banga Abdullah Ocalan disekinin.    PKK’ê, piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryara bidawîkirina xebatên xwe da. Tê payin ku di rojên pêş de kadroyên rêveber jî di nav de torenek were lidarxistin. Li bendê ye ku toren, piştî banga Abdullah Ocalan were lidarxistin. Rojnameger Aslan Aslan ku li bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê geşedanan dişopîne, têkildarî rewşa dawî axivî.      ‘CARA CARA EWIL E DÊ TIŞTEKÎ WIHA WERE KIRIN’      Aslan, da zanîn ku koma PKK’î dê çekan bişewitîne û got: “Gelek komên gerîlayan ên di demên berê de çekên xwe dida hêzên cuda yan jî dewlet û Neteweyên Yekbûyî (NY). Lêbelê PKK bi vê gava xwe re dê nîşan bide ku tu pêwîstiya çekê nîne. Bi taybet jî tiştekî sembolîk e ku PKK vê li herêmeke weke Rojhilata Navîn dike. Serdemên ku agirbest hatin ragihandin û komên aştiyê çûn Tirkiyeyê hatin jiyîn. Lêbelê cara ewil e ku dê torenek were lidarxistin. Ev koma gerîla dê li Silêmaniyeyê çekên xwe bişewitîne û tune bike.”    Bi domdarî Aslan bal kişand ser torena tê payîn were lidarxistin û ev tişt anî ziman: “Dê toreneke gelek mezin be. Li bendê ye ku komeke gerîla li Silêmaniyeyê yan jî dora wê çekan bişewitîne. Roja torenê nayê zanîn lê texmîn hene. Beriya her tiştekî her kes li benda banga dîrokî ya Abdullah Ocalan e. Piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan dê koma gerîla çekên xwe bişewitîne û bi toreneke mezin nîşanî cîhanê bide. Dê ewlehiya vê komê çawa were parastin ev jî yek ji rojevan e. Saziyên li vir û kesên ji ewlehiyê berpirsyar bi vê mijarê re eleqedar in.”    ‘DÊ YNK BERPIRSYAR BE’     Di berdewamê de Aslan wiha got: “Dê YNK ji ewlehiya koma tê berpirsyar be. Ji ber ku toren dê li herêma wan were lidarxistin. Ev kêliya dîrokî li Silêmaniyeyê tê jiyîn û ev jî ji bo Silêmaniyeyê rûmeteke mezin e. Dê navê Silêmaniyeyê bi vî awayî were bîranîn û were bihîstin. Dê Silêmaniye bibe nîşaneya aştiyê. YNK dê pêşengtiya vê bike. Di esasê xwe de YNK ne cara ewil e ku vê berpirsyartiya dîrokî li xwe digire. Di sala 1993'yan de jî dema agirbest hatî ragihandin, Mam Celal (Celal Talabanî) li cem Abdullah Ocalan bû. Ev gava ku dê Tevgera Azadiyê ya Kurd bide destpêkirin; dê bandoreke mezin li ser Silêmaniye, Rojava û Rojhilata Navîn bike. Ji ber ku Abdullah Ocalan di banga xwe ya 27’ê Sibatê de digot; ‘Ev pêvajo, ev bang ne tenê ji bo Kurdan e; ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye.’ PKK dixwaze careke din ji cîhanê re bibe mînak.”    'PDK DI PÊVAJOYÊ DE CIH NAGIRE LÊ NABE ASTENGÎ JÎ’      Rojnameger Aslan bi lêv kir ku PDK di nava pêvajoyê de cih angire lê jê re nabe astengî jî wiha derbirî: “PDK’ê dixwest ku ev kêliya dîrokî li herêma wê çêbibe û di vê mijarê de hewldanên wê çêbûn. Lêbelê ji ber pirsgirêkên ewlehiyê, Silêmaniye guncav hate dîtin. Ji ber ku di pêvajoyên dawî de li herêmên di bin serweriya PDK’ê li dijî qadên gerîlayan êriş hatin kirin.”    Aslan, got: “Hatina koma gerîlayan dê bibe nîşaneya îrade û helwestê. Ji vir şûnde dê dewleta Tirk çi gavan biavêje, ev cihê mereqê ye. Ev kom piştî şewitandina çekan dê vegere qadên xwe. Ji ber ku zemîna vê ya hiqûqî nehatiye avakirin. Ma çima koma gerîla neçe Tirkiyeyê û di nava siyaseta demokratîk de cih negire. Diviyabû ev şert û merc bihatina avakirin. Lewma rêveberên KCK û tevgera Kurd beha girîngiya sererastkirinên di qanûnan de dikin. Heke ev şert pêk neyên, heke ev kom di nava siyaseta demokratîk de cih negire, dîsa zilm, îşkence û qirkirin bibe, wê demê pêvajo dê negihije armanca xwe. Armanca vê pêvajoyê ew e ku Tirkiye tavilê gavan biavêje. Serokkomar Tayyîp Erdogan dibêje ku bi hatina koma gerîla re dê pêvajo derbasî qonaxeke nû bibe. Di vê mehê de dê geşedanên pir girîng biqewimin.”    ‘PÊDIVÎ BI ZEMÎNA HIQÛQÎ HEYE’     Aslan, got ku piştî vê gavê tê mereqkirin ka dê Tirkiye gavên çawa biavêje û axaftina xwe wiha qedand: “Ji koma gerîlayan a ku dê li vir çekan bişewitîne zêdetir, helwesta dewletê tê mereqkirin. Heke ev êriş bidomin dê pêvajo bi ser nekeve. Mesele ne berdan û şewitandina çekan e. Mesele, jidilbûna dewletê ye. Bêyî provokasyonek çêbibe, divê pêvajo bitendurist were meşandin. Ji ber ku di serdemên wiha de provokasyon tên kirin. Heke dewlet jidil be divê gavan biavêje. Weke gava ewil divê tecrîda li Îmraliyê rake û her kes bikare bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Heta niha jî Tevgera Azadiyê yekalî pêvajo domand. Tevî bêderfetiyan û êrişan jî gav avêt. Divê dewlet, jidilbûna xwe ya di vê pêvajoyê de bi gavên pratîkî nîşan bide.”    MA / Zeynep Durgut