Li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: Karalar, Tûtdere û Bocek hatin binçavkirin 2025-07-05 08:16:27 STENBOL – Serokwekîlê TTB’ê Zeydan Karalar, Şaredarê Semsûrê Abdûrrahman Tûtdere û Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Mûhîttîn Bocek û gelek kesên din hatin binçavkirin. Zexta li dijî şaredariyan didome. Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî “Rêxistina sûc a Azîz Îhsan Aktaş” dabû destpêkirin de, der barê 10 kesan de biryara binçavkirinê hate dayîn.    Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê û Serokwekîlê Yekitiya Şaredarên Tirkiyeyê (TTB) Zeydan Karalar, Şaredarê Semsûrê Abdûrrahman Tûtdere û Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Mûhîttîn Bocek hate binçavkirin.   Di çarçoveya lêpirsînê de, Wekîlê Şaredar Ahmet Şahîn ê ku beriya demekê li şûna Şaredarê Bûkçekmece Hasan Akgun hatibû hilbijartin jî hate girtin.