Dîrektora IHRNGO'ê: Li Îranê armanca zêdebûna zextan astengkirina protestoyan e 2025-07-04 09:05:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberê IHRNGO'yê Mahmood Amîry-Moghaddam got ku sedema zêdebûna zextên rejîmê li Îranê piştî agirbestê ew bû ku pêşî li xwepêşandanên li dijî rejîmê bigire û got: "Komara Îslamî di qonaxa xwe ya herî lawaz de ye û heke xwepêşandanên nû dest pê bikin, ne diyar e ku ew ê bikaribin wan kontrol bikin."   Di 13'ê Hezîranê de, Îsraîlê êrişên berfireh li dijî tesîsên nukleerî yên Îranê û fermandariya bilind a leşkerî pêk anîn. Di êrişan de fermandarên payebilind û zanyar hatin kuştin. Di 24'ê Hezîranê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbest ragihand. Wezareta Tenduristiyê ya Îranê di 25'ê Hezîranê de ragihand ku di êrişan de 627 sivîl hatine kuştin û 5 hezar û 332 kes jî birîndar bûne. Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê jî ragihand ku di êrişên artêşa Îranê de 28 kes hatine kuştin û hezar û 272 kes jî birîndar bûne.   Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê bang li civaka navneteweyî kir ku piştî agirbestê raporên li ser binpêkirinên mafên mirovan ên curbicur ên li welêt, girtinên kêfî, darvekirin û qedexekirina înternetê biweşîne.    700 KES HATIN GIRTIN   Der barê binpêkirinên mafên mirovan de, Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO) Mehmûd Amiry-Moghaddam diyar kir ku di dema êrişên Îsraîlê de girtin û binçavkirin çêbûne. Amiry-Moghaddam got ku rayedarên Îranê ragihandine ku wan zêdetirî 700 kes bi tohmeta "sîxuriyê" girtine, lê ji ber qedexeyên giran ên înternetê ew nikaribûne vê agahiyê piştrast bikin. Amiry-Moghaddam got ku welatî bi gelemperî li xalên kontrolê tên rawestandin, telefonên wan tên kontrolkirin û ji ber ku wêne an vîdyoyên êrişên Îsraîlê li cem wan hene tên girtin û çalakvanên siyasî yên ku tu eleqeya wan bi êrişan re tune ye tên binçavkirin.   PIŞTÎ ŞER ZEXT ZÊDE BÛN   Amiry-Moghaddam got: "Li gorî raporên rayedarên Îranê, zêdetirî 200 kes ji ber sûcên ku wekî hevkariya bi Îsraîlê re an jî sîxurî nayên pênasekirin hatine girtin. Di nav wan de heqareta li rêberan û danûstandina bi medyaya li derveyî welêt hene. Em dikarin bibêjin ku tepeserkirin di dema şer de zêde bûye û piştî şer jî berdewam kiriye." Amiry-Moghaddam anî ziman ku di nav 12 rojan de şeş kes bi tohmeta "sîxurî ji bo Îsraîlê" an jî "hevkariyê" hatine darvekirin û got ku zêdetirî 10 kes jî ji ber sûcên din ên wekî "bazirganiya narkotîkê" an jî "kuştinê" hatine darvekirin.   GIRTÎGEHA EVÎNÊ   Amiry-Moghaddam bi bîr xist ku Girtîgeha Evînê ya li Tehranê di 23'yê Hezîranê de ji ber êrişên asmanî yên Îsraîlê zirareke mezin dîtiye û got ku gelek kes ji êrişan bandor bûne û hin kesan jiyana xwe ji dest dane. Amiry-Moghaddam diyar kir ku wan nikaribûye der barê kesên ku jiyana xwe ji dest dane de agahî bi dest bixin û got: "Piştî êrişê, girtî bi zincîran bi hev ve hatin girêdan û tevî şert û mercên şer jî, ew ji bo Girtîgeha Mezin a Tehranê hatin veguhastin. Li wir di odeyên bi kapasîteya piçûk de tên girtin. Gardiyanan di dema veguhastinê de û berî wê tundî bi kar anîn. Ji bo ku wan bibin, çekên xwe ber bi girtiyan ve dirêj kirin. Ev veguhastin ji ber bombebarana dijwar bi saetan dom kir."   GEL DI HEDEFÊ DE NE   Amiry-Moghaddam destnîşan kir ku êrişên li hemberî endamên civata cihû yên li Îranê û afxan zêde bûne û welatiyên afxan hatine girtin û dersînorkirin li wan tê ferzkirin. Amiry-Moghaddam diyar kir ku di çapemeniya Îranê bi îdiaya ev amûr bi piranî ji aliyê kolbetan ve ketine welêt tê belavkirin û ji ber vê zexta li ser kurd û belûcan zêde bûye.    ARMANC ASTENGKIRINA PROTESTOYÊN NÛ YE   Amiry-Moghaddam destnîşan kir ku Îranê ji bo pêşîgirtina li xwepêşandanên nû zextê zêde kiriye û wiha got: "Ez difikirim ku xalek pir girîng heye: gefa herî mezin li ser Komara Îslamî û rayedarên Îranê ne sîxurên Îsraîlî ne, lê welatiyên Îranî ne ku guhertinê dixwazin. Me dît ku muxalefet mezintir û rêxistinkirîtir e, nemaze li herêmên kurdan, li Belûcistanê û di nav kêmneteweyên etnîkî de. Armanca vê zextê pêşîgirtina li xwepêşandanên nû ye, ji ber ku gel bi rejîmeke zordar, di çareserkirina pirsgirêkên rojane yên mirovan de bêkêr û pir gendel re rû bi rû ye. Her wiha, vî şerî nîşan da ku rejîm di warê parastina welêt de çi qas qels e. Wan bi mîlyaran dolar ji bo mûşek û bernameyeke nukleerî xerc kirin û wan li wir jî bêkêriya xwe nîşan da. Ji ber vê yekê, Komara Îslamî di asta xwe ya herî lawaz de ye û heke xwepêşandanên nû derkevin, ne diyar e ku ew ê karibe wan kontrol bike."   ZEXTA NAVNETEWEYÎ   Amiry-Moghaddam got: "Divê bala civaka navneteweyî, nemaze welatên ku têkiliyên dîplomatîk bi Komara Îslamî re hene, li ser mafên mirovan, rewşa girtiyan, cezayê darvekirinê û girtinên kêfî be. Em li benda welatekî biyanî nînin ku were û guhertinê bîne. Lê civaka navneteweyî dikare bi domandina mafên mirovan di rojevê de, lêçûna siyasî ya tepeserkirinê zêde bike."   MA / Hîvda Çelebî