Parêzer Bariş Işik dawî li jiyana xwe anî 2025-07-03 14:26:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku parêzer Bariş Işik ku li Îzmîrê dijiya, dawî li jiyana xwe anî.    Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê û Sekreterê Giştî yê Şaxa OHD’ê yê serdema berê Bariş Işik (32), dawî li jiyana xwe anî. Cenazeyê Işik dê li Goristana Dogançayê were definkirin.    Şaxa OHD’a Îzmîrê têkildarî Işik ev peyam parve kir: “Me bi xemgînî bihîst ku endamê komeleya me parêzer Bariş Işik wefat kiriye. Di serî de sersaxiyê ji malbata wî û xizm û dostên wî re dixwazin. Oxir be Bariş... Em ê te ji bîr nekin.”    Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî ev peyam parve kir: “Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku sekreterê me yê şaxê yê serdema berê, hempîşe û parastvanê mafên mirovan parêzer Bariş Işik wefat kiriye. Cihê te ronî be Bariş... Dê her tim di dilê me de bî...”