Şandeya ji Ewropayê hat ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxwazname da 2025-07-01 12:45:48 STENBOL - Şandeya ji Ewropayê hat ku ji 39 kesan pêk tê, bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re, daxwaznameyek radestî Buroya Hiqûqê ya Asrinê kir.    Platforma Azadî û Aştiyê ya EWropayê (EFFP) ku ji hêla akademîsyen, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamegerên ji ber zextan ji Tirkiyeyê koçî derveyî welat bûn ve hatiye avakirin, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” da destpêkirin.    Di çarçoveya kampanyayê de ji welatên cuda 39 kes ku rojnameger, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, wekîl û hiqûqnas jî di nav de ne, hatin Stenbolê. Mebesta şandeyê ew e ku bi daxwaza çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi derdorên cuda re hevdîtinê bike. Di vê çarçoveyê de ji ewil çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzertiya Abdullah Ocalan dike.    Şandeyê, di serdana xwe de daxwaznameyeke bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re radestî Buroya Hiqûqê ya Asrinê kir.    Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, ji ber serdanê spasiya şandeyê kir û got: “Di vê pêvajoya em tê de ne tişta we kirî karekî gelek girîng e. Hûn ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatin ku li Girava Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin. Weke parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ji 1999’an heta niha ku Abdullah Ocalan bi komployekê radestî Tirkiyeyê kirin, parêzertiya wî ya hiqûqî dikin. Lewma yên ji ewil şahidiya her tiştên li Îmraliyê diqewimin dikin, em in. Bêguman piraniya tiştên em lê bûne şahid, nebaş bûn. Bêguman carên ku hêviya me çêbûyî, serdemên birêz Ocalan bi dewletê re pêwendî danî û pêvajoyên aştiyê jî çêbûn. Bû 6 meh ku em dîsa di serdemeke wiha de ne. Çareseriya pirsgirêkên bi vî rengî ku piştperedeyeke wan a dîrokî heye, aliyê xwe yê sosyolojîk û hwd. hene, zehmet e. Hewceye em bi sebir bin, pêwîstî bi hewldanan û ya herî girîng jî bi piştevaniyê heye. Di vê çarçoveyê de hatina we ya vê derê gelek girîng e.”    Piştre jî Parlamentera Îtalyayî Francesca Cerasani li ser navê şandeyê axivî û wiha got: “Em ji bo piştevaniya bi gel û birêz Ocalan re li vir in. Hêvîdarin ev hewldan mezin bibe û bi rastî jî dixwazin li vê derê piştevaniya xwe nîşan bidin.”