Jin dê vê havînê li dijî 'Sala Malbatê' xwe birêxistin bikin 2025-06-07 09:01:52 ÎZMÎR - Endama Piştgiriya Mor Zeynep Eda Berfîn Tozlu diyar kir ku ew ê li dijî polîtîkayên hikûmetê li malê hiştinê têkoşînê bidomînin û got, "Li pêşiya me planek heye ku em ê di tevahiya havînê de bi jinan re li hev bicivin û têkoşînê nîqaş bikin." Serokkomarê AKP'ê Tayyîp Erdogan destpêkê sala 2025'an weke 'Sala Malbatê' îlan kir û piştre got ku wek '10 Salên Malbatê' diyar kirin û dê heta sala 2035'an bidome. Saziyên jinan ku sala 2025'an weke 'Sala Berxwedanê' îlan kirin li dijî polîtîkayên AKP'ê  têkoşîna xwe didomînin.     Endama Piştgiriya Mor Zeynep Eda Berfîn Tozlu û Nûnera Îzmîrê ya Platforma em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) Tulin Osmanogullari têkildarî mijarê axivîn.   TÊKOŞÎNA LI DIJÎ 'SALA MALBATÊ'      Zeynep Eda Berfîn Tozlû ku balê dikişîne ser zîhniyeta mêrsalar a heyî wiha axivî: "Dixwazin jin li malê zarokan xwedî bikin, xwarinê çêbikin. Ew dixwazin ku ew li malê bi awayekî bêewle bixebitin. Ji aliyekî ve dixwazin sermaye jî ji vê sûdê werbigirin, lewma sûd werdigirin jî. Em dibînin ku çawa baviksalarî û sermaye hewl didin jinan bi hevkariya malê sînordar bikin." Zeynep Eda Berfîn Tozlû da zanîn ku wan tercîha xwe li dijî polîtîkayên heyî kirine û got, "Berxwedana xwe ya li diji sala malbatê li kolanan deng veda. Di tevahiya havînê de planeke me heye ku em bala xwe bidin ser 'sala malbatê', di heman demê de bi jinan re tên cem hev û nîqaşa 'Çima em li dijî sala malbatê têbikoşin? Em çawa dikarin vê têkoşînê mezin bikin?"   'EM Ê DEST JI MAFÊN XWE BERNEDIN'    Nûnera KCDP'ê ya Îzmîrê Tûlîn Osmanoğulları diyar kir ku hikûmet armanc dike ku mêr bi hêz bike û jinan ji jiyana giştî îzole bike, wan di malên xwe de heps bike. Osmanogullari bal kişad ser axaftina rayedarên hikûmetê wiha got: "Di bin navê teşwîqê de jin tên îstîsmarkirin. Mesela, eger jinek xwedî 3 zarokan be, bêyî ku ji wan re bê xwestin dikare bibe karmendê karmendê KPSS'ê. Li vî welatî memûrek çiqas qezenc dike? Hikûmet alîkariya belaş, alîkariya xwedîkirina zarokan an jî alîkariya kirê dike? Dibêjin ji bo zewacên nû wê 3 mehan înterneta bê pere bê dayîn. Armanca plansaziya 10 salan ew e ku di temenê biçûk de bi ciwanan bidin zewicandin, jinan li malên wan sînordar bikin û bikin xwedî zarok da ku ew di nava malê de serî li ber şidetê bitewînin. Em ê têbikoşin ji ber ku em bi van tiştan dizanin. Em ê dev ji mafên xwe bernedin. Em ê gavekê jî bi paş ve neavêjin."