‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye' 2025-05-09 09:02:23 AMED - Endamê OHD'ê Diyar Çetedir diyar kir ku ji bo pêvajo bi pêş bikeve divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û bi civakê re hevdîtinê pêk bîne û got ku divê di mijara "mafê hêviyê" de demildest gav bên avêtin. Gengeşeyên li ser pêvajoya piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 26 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin, didomin. Yek ji gavên divê bên avêtin jî sererastkirinên qanûnî yên ji bo "mafê hêviyê" ne.    Tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya di sala 2014'an de jî dewlet 11 sal in tu gav neavêtiye û li gel vê li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek derdor ji bo vê bang dikin.      Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê parêzer Diyar Çetedir têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û “mafê hêviyê” axivî.   Çetedîr da xuyakirin ku hevdîtinên piştî pêwendiyeke mutleq a 4 sal û nîvan nayê wateya rakirina tecrîdê. Çetedir bal kişand ser binpêkirina biryara DMME'yê ya der barê 'mafê hêviyê' de û got: "Divê gengeşeyên di qanûnên Tirkiyeyê de 'mafê hêviyê' heye yan na' bi dawî bibin. Ji ber ku Tirkiye alîgirê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Ji ber vê alîgiriyê biryarên DMME'yê ji bo Tirkiyeyê mecbûrî ne. Her çend li vir nîqaş ew e ku li Tirkiyeyê der barê ‘mafê hêviyê’ de tu rêzikname tune be jî, ji ber ku Tirkiye partiyeke DMME’yê ye divê ev gengeşe neyê kirin."   Çetedîr di axaftina xwe de bilêv kir ku ji bo pêvajo bi pêş bikeve divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û bi civakê re hevdîtinê pêk bîne, sererastkirina qanûnî ya ji bo "mafê hêviyê" gaveke bivênevê ye.   ‘DEMILDEST DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN'   Çetedir anî ziman ku divê mafên bingehîn û azadiyan bi pêvajoyan re neyên gengeşekirin û got: "Eger di encama pêvajoyekê de maf û azadiyên bingehîn bên nîqaşkirin, di mijara maf û azadiyên bingehîn de pirsgirêkeke cidî heye. Di mijara ku em dibêjin mafê hêviyê de, DMME'yê ji ber qedexekirina îşkenceyê di xala 3'yemîn a PMME'yê de biryara binpêkirinê da. Dirûşmeya wê ya bingehîn a vê desthilatê ev bû: ‘Êdî wê îşkence li vî welatî tunebe.’ Eger desthilateke ku vê îdiayê dike îro di heyameke diyarkirî de li ser ‘mafê hêviyê’ nîqaşan bike, ev yek nîşan dide ku vê desthilatê pratîkeke berovajî gotinên xwe kiriye. Ji bo vê jî pêwîst e ‘mafê hêviyê’ û pêvajoyê ji hev cuda bên nîqaşkirin.”   Çetedir destnîşan kir ku divê Tirkiye di çarçoveya "mafê hêviyê" de mekanîzmayên îdarî û dadwerî ava bike û got ku divê saziyên neteweyî û navneteweyî yên ji bo mafên mirovan têdikoşin jî di nava van mekanîzmayan de cih bigirin. Çetedir anî ziman ku pêkanînên piraniya qanûnên darazê yên li Tirkiyeyê ji hev cuda ne, taloqkirina serbestberdana piştî "Rêziknameya Navendên Çavdêrî û Tesnîfkirinê û Nirxandina Mehkûman" bi bîr xist.    Çetedir ev tişt gotin: “Eger li Tirkiyeyê di mijara ‘mafê hêviyê’ de gavên îdarî an edlî bên avêtin, divê rêxistinên neteweyî û navneteweyî yên ji bo mafên bingehîn têdikoşin jî di mekanîzmaya ku bê avakirin de cih bigirin. Tevî ku ev maf bi ‘pêvajoya’ ya îro re ne eleqedar be jî, lê eger pêşketin çênebe, rayedarên îdarî û dadwerî dikarin di warê 'mafê hêviyê' de biryareke neqanûnî yan jî gavekê biavêjin. Ji bo pêşegirtina vê jî di warê neteweyî û anvneteweyî de têkoşîna mafan divê."    Çetedir got: "Ji bo pêvajo bi tendirustî bimeşe, divê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bê misogerkirin û bi civakê re bibe yek. Madem di navbera rayedarên dewletê û birêz Ocalan de pêvajoyek dimeşe, nexwe divê derfet ji bo aliyekî ne sînordarkirî bin. Bi kurt û kurmancî ji bo birêz Ocalan karibe hevdîtinê bi rewşenbîr, siyasetmedaran û bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike, divê qadaek bê avakirin. Gava tiştekî wiha neyê kirin, dê prisgirêkên cidî rû bidin."    Çetedir anî ziman ku ji bo pêvajo bi tendurist bimeşe bar dikeve ser milê hemû beşên civakê û di vê çarçoveyê de divê beriya her tiştî zimanê siyasetê biguhere. Çetedir destnîşan kir ku divê desthilat zimanê xwe yê ku ji bilî tirkperestiyê hemû nasnameyên din tune dihesibîne biguherîne.    MA / Rûkiye Payîz Adiguzel