Aslan, Înan û Gezmîş li ser gorên xwe hatin bibîranîn 2025-05-06 16:10:49   ENQERE - Huseyîn Înan, Yûsûf Aslan û Denîz Gezmîş di salvegera 53’yan a darvekirina xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Di bîranînê de banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.    Ji pêşengên şoreşger ên Nifşê 68’an Yûsûf Aslan, Huseyîn Înan û Denîz Gezmîş di sala 53’yan a darvekirina xwe de li ser gorên xwe yên li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê hatin bibîranîn. Nûnerên partiyên siyasî, girseyên demokratîk, sendîkayan û gelek welatî tev li bîranînê bûn.    Girse, beriya derbasî goristanê bibe li pêşiya Deriyê 2’yemîn ê Goristana Karşiyakayê daxuyanî da. Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Aydogdû metna hevpar xwend û got ku Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan ji ber têkoşîna xwe ya li dijî emperyalîzmê hatine darvekirin. Aydogdu, diyar kir ku her sê şoreşgerên pêşeng ji bo mafê perwerdeya demokratîk, serxwebûna Tirkiyeyê û ji bo rizgariya çîna karker û gundiyan têkoşiyane. Aydogdu, anî ziman ku Gezmîş, Înan û Aslan ji bo aştiya gelên cîhanê û bidawînkirina şer têkoşiyane û got: “Em jî li vir careke din soz didin wan ku dê têkoşîna wan bidomînin û mezin bikin.”   'ŞEHÎDÊN ŞOREŞGERÊ NEMIRN IN’   Piştî daxuyaniyê, girse kortej bi kortej ber bi gorên her sê şoreşgeran ve meşiyan. Li ser gorên şoreşgeran dirûşmên “Bijî şoreş û sosyalîzm”, “Soza me ya ji bo Denîzan e dê şoreş pêk bê”, “Şehîdên şoreşê nemir in” û “Yûsûf, Huseyîn, Denîz; didome dê bidome têkoşîna me” hatin berzkirin.    Nûnerên rêxistinan li ser gorên şoreşgeran axaftinên kin kirin. Herî dawî jî beşdaran çîçek danîn ser goran û bîranîn bi dawî bû.