Dayikên Aştiyê: Em ê têkoşîna aştiyê ya Onder bidomînin 2025-05-04 15:04:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê têkildarî Sirri Sureyya Onder daxuyanî dan û gotin: “Dema aştî hat, weke gelê Kurd em ê biçin ser gora wî û jê re bibêjin ‘hêviya te pêk hat, aştî hat.’”  Meclisa Dayikên Aştiyê, ji bo endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku duh jiyana xwe ji dest da, li gelek bajaran daxuyanî da. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, piştî daxuyaniyan çûn serdana şîna Onder ên li rêxistinên DEM Partiyê yên bajar û navçeyan hatine danîn û sersaxî xwestin.    MÊRDÎN     Meclisa Dayikên Aştiyê li Mêrdînê û navçeyên wê Artuklu, Qoser, Dêrik, Nisêbîn û navçeyên din daxuyanî dan. Dayikên Aştiyê yên çûn serdana şîna li Artukluyê, li vir daxuyanî dan. Ji Dayikên Aştiyê, Halîme Kaya wiha got: “Di dilê me de birîneke mezin vekir. Ji ber wefata wekîlê me Sirri Sureyya Onder em gelek xemgîn in. Di rêwîtiya me ya aştiyê de rêhevalê me ye. Em sersaxiyê ji bo malbata wî û gelê Kurd dixwazin. Wekîlê me yê hêja bû. Ji bo keda wî em çi bibêjîn jî kêm dimîne. Keda wî pir bû. Bi hezaran caran cihê wî bihûşt be. Em dayike tevek destên dayika wî maç dikin. Ji ber ku şêrekî wiha aniye dinyayê, ji bo ku şêrekî wiha gihandiye em destên wê maç dikin. Ji bo keda wî em gelek spasiya wî dikin, em ê têkoşîna wî bidomînin.”    Dayika Aştiyê Ferha Akbulut a di daxuyaniya li Qoserê de axivî jî got ku ew ji ber wefata Onder gelek xemgînin. Ferha Akbulut, got: “Serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelên Kurd û Tirkmen sax be. Di têkoşîna aştiyê de rêhevelekî gelek biqîmet bû. Em ê xwedî li mîrasa wî derkevin û têkoşîna wî ya aştiyê bidomînin.”    WAN   Dayikên Aştiyê li Wanê çûn serdana şîna li avahiya DEM Partiyê ya bajar. Li vir daxuyanî dan. Ji endamên Meclisa Dayikên Aştiyê Perîşan Aslan jî got: “Wekîlê me jiyana xwe ji dest da, em gelek xemgîn in. Ev, ji bo me, ji bo gelê Kurd êşeke mezin e. Serê birêz Abdullah Ocalan û Kurdistanê sax be. Wekîlê me ji bo aştiyê têdikoşiya.”    Dayikên Aştiyê Hanîfe Koçak û Eynê Atabay jî sersaxî xwestin ku her kes ji bo bicihanîna daxwaza aştiyê ya Onder têbikoşin. Dayikan, wefata Onder weke rojeke reş pênase kirin û xwestin her kes xwedî li aştiyê derkevin.    AMED    Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê jî li pêşiya avahiya xwe ya li navçeya Rezanê daxuyanî dan. Berdevka Meclisê Havva Kiran di daxuyaniyê de axivî û sersaxî ji malbata Onder û hezkiriyên wî xwest. Havva Kiran, got: “Ji bo aştî û xwişk-biratiyê têdikoşiya. Em dayik ji malbata wî re sersaxiyê dixwazin û êşa wan parve dikin. Serê gelê Kurd sax be. Ji bo pêşiya aştiyê veke, ji bo şer bide sekinandin têkoşiya. Weke rêhevalên wî em ê ala wî li ba bikin û aştiyê bînin. Dema aştî çêbû weke gelê Kurd em ê bên ser gora te û bibêjin ‘Hêviya te pêk hat, aştî hat.’ Em ê aştiyê bînin vî welatî û Rojhilata Navîn.”    ÊLIH   Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê jî li avahiya komeleyê daxuyanî dan. Dayika Aştiyê Nûran Seçkîn ji gelan û malbata Onder re sersaxî xwest. Nûran Seçkîn, got: “Em ê berxwedan û têkoşîna Onder bidomînin û aştiyê pêk bînin. Hemû xebata wî ji bo aştiyeke birûmet, edalet û wekheviyan gelan bû. Hêviya me ew e ku hewldanên wî yên ji bo aştiyê vala dernekevin. Em bangî gelê Kurd û hemû gelên cîhanê dikin; em hewla wî ya ji bo aştiyê vala dernexînin. Em ê xwedî li hewldanên wî derkevin û pêş bixin.”    RIHA    Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê jî li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya bajar daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Ji Dayikên Aştiyê Meyaser Korkmaz, got: “Gelê Kurdistanê mirovekî gelek biqedir û qîmet winda kir. Di tevahiya jiyana xwe de daxwaza aştiyê kir. Wî ala aştiyê heta van rojan anî. Em wê alê dewr digirin.”    Dayika Aştiyê Aynûr Yilmaz jî got: “Ne malê wî ne milkê wî hebû. Ji bo dayik negirîn têdikoşiya. Weke dayikên Kurd em soz didin ku dê ala têkoşîna wî li ba bikin. Îro Tirkiye bûye yek. Mîna biratiya te û me dixwest.”    Piştî daxuyaniyê, dirûşma “Şehîd namirin” hat berzkirin.    EDENE   Li pêşiya Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî daxuyanî hate dayin. Li ser navê Meclisa Dayikên Aştiyê Azîze Gultekîn axivî û got: “Li vê xakê tişta herî zehmet, daxwaza aştiyê ye. Rêhevalê me Sirri Sureyya Onder, bêyî ku bitirse û yek deqîqeyê dudil bimîne, di vê rêyê de meşiya. Dibe ku emrê wî têr nekiribe lê weke Dayikên Aştiyê em ê hêvî û daxwaza wî pêk bînin û aştiyê bînin vê xakê.”    MÊRSÎN   Li Mêrsînê jî li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Akdenîzê daxuyanî hate dayin. Dayika Aştiyê Zeynep Aslan di daxuyaniyê de got ku Onder qasidê aştiyê bû û têkoşerê aştiyê bû. Dayika Aştiyê Tenzîle Baydar jî sersaxî ji malbata Onder re xwest û got: “Îşala dê aştî were vî welatî. Wê demê em biçin ser gora wî û mizgîniyê bidin wî. Onder, qasidê aştiyê û şehîdê aştiyê ye.”