Li Rihayê bi ser malan de hate girtin 2024-04-26 09:29:46   RIHA - Li Rihayê di encama serdegirtinên malan de endamê PM’a DEM Partiyê Muhsîn Aydogdu û endamê Meclisa Ciwanan Omer Kistak hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de polîsan li Rihayê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de endamê Meclisa Partiyê (PM) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Muhsîn Aydogdu û endamê Meclisa Ciwanan Omer Kistak hatin binçavkirin. Polîsan bi hinceat “nepeniyê” têkildarî lêpirsînê agahî nedan malbata Aydogdu. Hat zanîn ku polîsan dest danîne ser telefonên dayik û bavên Aydogdu. Aydogdu û Kistak birin Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê.