Rêya gelek caran qeza lê çêdibin nayê çêkirin 2024-04-23 10:18:49   COLEMÊRG - Rêya navçeya Rûbarokê ku bi sala ye tenê yek şirîdê û gelek korik li ser hene, tevî gelek caran qeza lê çêbûne jî nayê çêkirin. Xelkê navçeyê dixwaze rêya wan were çêkirin.    Rêya ji navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê ber bi Herêma Federe ya Kurdistanê ve diçe, ev 37 sal in yek şirîd e û gelek korik li ser hene. Rêya Rûbarokê ji navçeya Şemzînanê 65, ji Geverê 110 û ji navenda Colemêrgê jî 190 km’an dûr e. Li ser rêya di navbera navçeyên Şemzînan û Rûbarokê de gelek caran qeza çêdibin. Ji 65 km’ên rêyê tenê 5 km hinek bisexbêrin ku wesayît bi rehetî tê de derbas bibin. Ya din jî bi korikan tije ye û rê li ber qezayan vedike.    DAXWAZA ÇÊKIRINA RÊYA NÛ   Xelkê navçeyê bertek nîşanî çênekirina rêyê da û bang li rayedaran kirin. Ji welatiyên gundên Zereneyê ku di navbera her du navçeyan de ye Reşît Sungur anî ziman ku ev 37 sal in li gund dijî û ev 37 sal in rêya wan mîna xwe ye. Sungur xwest ku rêyeke nû were çêkirin.    'DIVÊ RÊ BAŞ WERE ÇÊKIRIN’   Ji şêniyên gund Selîm Sungur jî wiha got: “Bi sala ye hêj rast û dirûst ev rê nehatine qîrkirin. Ekîbên rêbejeyê her carê tên vê derê, hinek cihan çêdikin û diçin. Bi vê yekê mesrefeke vala dikin. Çendek roj piştre dîsa xerab dibin û tije korik dibin. Tevahiya rêyê bi çepan û vîrajan tije ye. Tu erebe nikarin xwe li ber van rêyan bigirin.”    'DIBE SEDEMA QEZAYÊN TRAFÎKÊ’   Sungur, got ku her cara diçin Şemzînanê erebeya wî xerab dibe û axaftina xwe wiha qedand: “Her cara em li korikekê dixin, bo me mesref derdikeve. Ji ber van mesrefan em nikarin biçin navenda bajar û bên. Ji ber van korikan gelek caran qeza çêdibin. Daxwaza me tenê ew e ku ev rêye bên çêkirin. Li gel ku rêyeke navneteweyî jî teng e û yekşirîd e. Her roj bi dehan TIR lê derbas dibin û ji ber vê hatin û çûna wesayîtên biçûk hêj zehmettir dibe. Heke bixwazin dikarin di demekî kurt de van rêyan çêbikin. Derfetên dewletê hene lê yên çêbikin tune ne.”