Qeyûmê Kopê 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt 2024-04-22 14:31:52   MÛŞ - Qeyûmê Şaredariya Kopê ya Mûşê li pey xwe 165 milyon û 226 hezar û 845 tl deyn hişt û çû. Qeyûm ji bo xebatên AKP'ê yên hilbijartinê jî 350 hezar tl xerç kir.      Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya (DEM Parti),  di hilbijartina 31'ê Adarê de şaredariya Kopê ji destê qeyûm derxist. DEM Partiyê piştî şaredarî ji destê qeyûm derxist, zerar û deynê ku Qeyûm li pey xwe hiştiye bi daxuyaniyekê ji raya giştî re aşkere kir. Hevşaredarên Kopê Aryan Dogan û Arafat Kardagi diyar kirin ku piştî wan şaredarî dewir girtin, bi awayekî zelal û hurgûlî zerarên ku hatine kirin bi raya giştî re parve dikin.    Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, anî ziman ku her partiya ku nû tê divê kiryarên partiya beriya xwe aşkere bike û wiha got: "Ew ditirsin ku gel rastiyan zanibin. Qeyûm di pêvajoya hilbijartinê de ji bo xebatên AKP'ê yên hilbijartinê 350 hezar tl xerç kir. Tevî ew qas deyn dîsa em ê xebatek zelal û aşkere pêk bînin. Em careke din vê sozê didin gelê xwe."    DEYNÊN ŞAREDARIYÊ    Deynên qeyûman ên şaredariya Kopê: “Deynê Midûrê Milk ê Kopê 25 milyon û 456 hezar û 739 TL, Deynê SGK’ê 23 milyon û 986 hezar û 155 TL, Deynê Şîrketa Elektrîkê ya VAN Golu 97 milyon û 810 hezar TL, Deynên fonan û xizmetên cemaweriyê 174 milyon û 443 hezar tl. Deynên Krêdî yê Bankaya Bajaran, 102 milyon û 722 hezar û 594 TL, Banga Gel (EYT) 7 milyon û 795 hezar û 422 TL, Para Bermahiyan a Şaredariya Mûşê 238 milyon TL, Deynê Yekîtiya Şaredariyên Herêma Rojhilat û Başûr 85 milyon û 886 hezar TL,  Deynê personelan 3 milyon û 848 hezar û 619 TL, Midûrê Giştî yê  Teqawîtan 821 milyon û 173 hezar TL.”