Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene 2024-04-21 21:49:08   ERZIROM - Li Erziromê qezaya trafîkê çûbû. Di qezayê de zaroka 5 salî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.    Li derdora buhura Guzelyayla ya riya Erzirom-Tortumê du wesayît li hev ketin. Di qezaya trafîkê de zoroka 6 salî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.    Li Erziromê qezaya trafîkê çûbû. Di qezayê de zaroka 5 salî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn   Erebeya bi pikaba 16 AIF 158 a Mevlut D. diajot li wesayîta bi pilakaya 06 EU 6156 ya Ahmet T. diajot qelibî. Qeza li derdora bihura Guzelyayla ya riya Ezirom û Tortumê çêbû. Wesayîtên ku qeza kirine ber bi newalê ve kaş bûn. Bi agahîdayînê tîmên polîs û tenduristiyê hatin li cihê bûyerê.     Di qezayê de tevî ajokaran Muslîme D. Zeynep Taş (5) û 3 kesên din birîndar bûn.    Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyê. Zeynep Taş a bi giranî birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.