ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN 2024-04-21 09:00:04   * Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Omer Şahîn anî ziman ku wan bi xebatên xwe qedexeyên li ser şanoya kurdî bêwate kirine û got ku şano qada berxwedanê ye.   * Rojnamevan Mehmet Alî Ertaş ji bo Roja Rojnamevanên Kurd got: "Divê her kurd, hîn bêtir bi kurdî bixwîne û were û beşdarî xebatên çapemeniyê bibe."   * Di çarçoveya kampanyaya ku TJK-E dadestpêkirin de, bi hezaran jinên li Ewropayê wê 4 mehan her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT’yê re bişînin.    * Şeref Albayrakê ku di sala 2016'an de wekî qeyûm tayinî Xelfetiyê hat kirin û di sala 2019'an de jî bi hilbijêrên veguhastî ji AKP'ê wekî şaredar hat hilbijartin, çendî bi 438 mal û milkên şaredariyê bi 588 milyon TL'yî firot jî, 460 milyon û 601 hezar TL deyn ji şaredariyê re hişt û çû.    * Civîna PM'a DEM Partiyê dê di roja duyemîn de bidome. (10.00)   * Komeleya Xebatên Ekolojiyê ya Polenê dê li Kadikoy a Stenbolê Enstîtûya ekolojiyê veke. (13.00)   * 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dê di roja 4'emîn de bidome. (12.00-22.00)   * Amedspor dê li sehaya xwe bi Igdirsporê re bilîze. (15.00)