Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye 2024-04-21 08:41:59   AMED - Derket holê ku welatiyê bi navê U.G. ku weke hinceta hedefgirtina Şaredariya Sûrê hatibû nîşandan û piştre hatibû binçavkirin, ji sedî 50 astengdarê zîhnî ye.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Şaredariya Sûrê ya Amedê bi dest xist. Di dema wergirtina mazbatayê de ji ber gotinên kesekî, Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya û hinek AKP’iyan şaredarî hedef girt. Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya X’ê peyamek parve kir û got ku U.G. li dijî wêneyên Ataturk û serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan heqaret kiriye. Yerlîkaya diyar kir ku U.G. hatiye binçavkirin.    OHD: JI SEDÎ 50 ASTENGDAR E   Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê da zanîn ku U.G. yê hatiye binçavkirin ji sedî 50 astengdar e û ev agahî parve kir: “Li gorî rapora Lijneya Tenduristiyê ya Zanîngeha Înonuyê, U.G. ji sedî 50 astengdarê zîhnî ye. Piştî dîmenên li ser medyaya civakî hatin parvekirin, Serdozgeriya Komarê ya Amedê biryara binçavkirinê da û ji hêla Şaxa TEM’ê ya Amedê ve hate binçavkirin. Tevî ku hêj di têkiliya ewil de ev rewş dihat fêmkirin û rapora astengdariyê ya malbatê jî hêzên ewlekariyê miameleyeke xerab lê kirin û bi vî awayî hatiye binçavkirin.”