Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin 2024-04-20 21:17:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarên Şaredariya Wêranşarê, ragihandin ku deynê şaredariyê 421 milyon û 780 hezar TL ye û ji wezaretê û Dîwana Muhasebatê doza lêkolînê kirin.    Hevşaredarên DEM Partiyê yên Wêranşarê Bedriye Yorgûn û Serhat Dîcle ku di hilbijartinên 31'ê Adarê de şaredariyê ji AKP'ê dewr girtin, deynê şaredariyê ragihandin.   Hevşaredaran ragihand ku deynê şaredariyê yên ji dema rêveberiya AKP'î maye 421 milyon û 780 hezar û 594 TL ye û ji Dîwana Muhasebatê û Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê mufetîş xwestin, ji bo lêkolînkirina deynan.