Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome 2024-04-19 09:09:13   WAN - Ji çalakgerên Nobeda Edaletê ya Wanê ku 124 roj in didome, Aslihan Tîmûr û Ayşe Alici, gotin: "Heya em agahiyekê ji birêz Ocalan bigirin, em ê bitêkoşin."    Nobeda Edaletê ya ku bi pêşengiya xizmên girtiyan li Amed, Wan, Mêrdîn, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina pirsgirêka kurd hat destpêkirin, di 14'ê nîsanê de derbasî qonaxeke nû bû. Wê di rojên pêş de diyar bibe ku wê çalakî di serdema nû de çawa bidome.    Malbatên ku li Wanê 124 roj in li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) nobeta xwe didomînin, têkildarî çalakiyê axivîn.    TÊKOŞÎN   Dayika Botan Tîmûr ê 10 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Wanê girtî Aslihan Tîmûrê diyar kir ku berê jî beşdarî çalakiya Nobeda Edaletê bûye û got ku ew ê li dijî zextên li girtîgehan û tecrîdê li ber xwe bidin. Tîmurê bi bîr xist ku 37 meh in tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin û got: "Girtiyan ji bo agahî ji birêz Ocalan bê girtin dest bi greva birçîbûnê kirin û ev çalakî niha li girtîgehan derbasî qonaxeke din bûye. Zarokên me naçin dadgehan, telefon nakin û hevdîtinê bi malbatê re nakin. Em li derve û zarokên me jî li hundir, heya em agahiyekê ji birêz Ocalan bigirin em ê li ber xwe bidin."    'EM XWEDÎ LI GIRTIYAN DERKEVIN'   Tîmurê anî ziman ku zilma li wan hatiye kirin ji ber kurdbûna wan e û got: “Ji zarokatiya xwe ve min bi tirkî xebe rnedaye û nizanim. Ez biçim ku, ez bi kurdî diaxivim. Zarokên me di zindanan de ne, em li derve ji bo ziman, edalet û azadiya xwe têdikoşin. Em dizanin heta birêz Ocalan azad nebe zarokên me azad nabin. Ger agahî ji birêz Ocalan bê girtin, dê aştî û aramî çêbibe. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Ez ne poşman im, em serbilind in. Ez bang li her kesî dikim, em lxwedî li girtiyan derkevin."   ‘ÊDÎ BES E’   Dayika Tarik Alici ê 8 sal in li Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê girtî Ayşe Aliciyê anî ziman ku 2 sal in kurê xwe nedîtiye. Aliciyê got: “Berê dema hevdîtinê saet 13.00 bû, niha saet 09.00 e. Ger em bixwazin jî em ê nikaribin bigihên. Zarokê min di greva birçîbûnê de bû û niha grev derbasî qonaxeke nû bûye. Di vê rewşê de ez ê heta demeke dirêj nikaribim kurê xwe bibînim. Em wekî malbat dibêjin 'Êdî bes e'. Daxwaza me edalet, yekitî û biratî ye. Em xwînrijandinê naxwazin û dixwazin ev tecrîda li ser girtiyan bi dawî bibe."