Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin 2024-04-17 09:04:28 MÊRDÎN - Derket holê ku qeyûman 3 milyar û 502 milyon TL deyn xistiye stuyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya ya Gelan (DEM Partî), di 31'ê Adarê de Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku 8 salan di destê qeyûman de ma, bi dest xist. Piştî ku DEM Partiyê şaredariyê bi dest xist, hêdî hêdî texrîbatên ku qeyûman kirine derdikevin holê. Derket holê ku rêveberiya qeyûm şaredarî di nava deynan de hiştiye.    DEYNÊN ŞAREDARIYÊ   Li gor agahiyên bi dest ketin; Deynê şaredariyê ku di sala 2019'an de 420 milyon bûye, heya 31'ê Adara 2024'an bûye milyarek û 379 milyon û 366 hezar û 412 TL.    Deyn bi vî awayî ne:   * Banke: 1 milyar û 105 milyon û 631 hezar TL (bê faîz)   * Îdareyên cemaweriyê: 255 hezar 112 TL   * SGK: 10 milyon û 23 hezar TL   * Daîreya Bacê: 9 milyon û 57 bin TL   * Emanetên budçeyê: 254 milyon û 398 hezar 179 TL    Yek ji yekeyên ku di dema qeyûm de herî zêde deynê wê çêbû jî Îdareya Av û Qenalîzasyonê ya Mêrdînê (MARSÛ) ye. Deynê MARSÛ'yê heya 2019'an 620 milyon TL bû. Lê belê ev deyn piştî 2019'an bûye 2 milyar û 123 milyon û 123 hezar û 133 TL.    MA / Ahmet Kanbal