Bijîşk Gul: Di warê tibê de ne rast e ku Abdullah Ocalan di girtîgehê de bê girtin 2024-03-29 09:56:31   ÎZMÎR - Bijîşk Zekî Gul, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Di warê tibê de ne rast e ku Abdullah Ocalanê 25 sal in tê îzolekirin di girtîgehê de bê girtin."    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêzî 25 sal in di bin şert û mercên giran de li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên ji bo Abdullah Ocalan ku ev nêzî 3 sal in tu agahî jê nayê girtin, tên redkirin.   Em bi Doktor Zekî Gul re li ser şert û mercên Girava Îmraliyê û bandora tecrîdê ya li ser tenduristiyê ee axivîn.    LI ÎMRALIYÊ MAFÊ TENDURISTIYÊ   Gul ku nêzî 30 salan li saziyên mafên mirovan maye û di şandeyên şopandinê yên girtîgehan ên serbixwe de cih girtiye û li gelek girtîgehan binpêkirinên mafan raçav kiriye, destnîşan kir ku ji bo kesekî di şert û mercên Girava Îmraliyê de "girtîbûn tecrîda li ser tecrîdê" ye.    Gul got: "Mafê tenduristiyê yê wekhev, mafê her kesî ye. Astengkirina şêwirandina bi bijîşkê xwe re binpêkirina mafan e. Xweragirtina li wê giravê û xweragirtina di şert û mercên îzolasyonê de tiştekî mûcîzeyî ye."    'DI WARÊ TIBÊ DE NE RAST E KU OCALAN DI GIRTÎGEHÊ DE BE'   Gul destnîşan kir ku tecrîd û îzolasyon xwedî bandorên ruhî ne û got: "Di dema pandemiyêd e her kesî dest bi bikaranîna vîtamîna D'yê kir. Ji lew re wê demê her kes li malê dima. Yanî me di pandmeiyê de dît ku îzolasyon çi ye. Lê mayina li girtîgehê, mayina di hucreyekê de û mayina li malê ne heman tişt e. Lê me hemûyan dît ku îzolasyon bandoreke çawa li mirov dike. Lewma ne rast e ku Abdullah Ocalanê 75 salî yê 25 sal in di îzolasyonê de di girtîgehê de be."    'DIVÊ HEYETÊN SERBIXWE BIÇIN'   Gul destnîşan kir ku bi taybetî kesên di tecrîd û îzolasyonê de divê heyetên serbixwe biçin serdana wan bikin û got: "Ev heyete divê ji otorîteyê serbixwe bin. Peymanên navneteweyî hene û Tirkiye jî endamê wan e. Li gor van peymanan 'ger destûra hevdîtina bi kesekî/ê re neyê dayîn, ew îdiayên li wir hemû rast in.' Yanî ehr îdia rast tên qebûlkirin. Ji lew re eşkerekirina rastiyê tê astengkirin. Pêşîgirtina li serdana cihekî û astengkirina xwegihandina wê, tê wateya ser hin tiştan tê nixumandin. Lewma divê heyetên serbixwe yên navneteweyî yan jî neteweyî biçin wir."   Gul destnîşan kir ku îşkence û muameleya xiran encama êş û eziyetekê ye û got ku armanca wê ya sereke jî civak e. Gul got: "Îşkence ew e ku ji civakê re tê gotin ku hedê xwe bizanibe. Belê kes êşê dikişîne, lê bi vê peyamê didin civakê. Bi îzolasyonê jî dixwazin civakê dîzayn bikin."   'JI BO CIVAKEKE BI TENDURIST DIVÊ EM AŞTIYÊ BIPARÊZIN'   Gul bilêv kir ku ji bo civakeke bi tendurist pêdivî bi parastina aştiyê heye û got: "Qada têkoşînê ya sereke ya ku tecrîd û îzolasyonê ji holê rake aştî ye. Aştî, dijbera hemû tiştên ceberût e û jehrkujiya wan e. Aştiyeke pozîtîf a mayinde, wê her tiştî çareser bike."   MA / Semra Tûran