Li Mûşê walî, qeymeqam û fermandar ji AKP'ê re xebata hilbijartinê dikin 2024-03-28 13:44:44   MÛŞ - Namzetên AKP’ê li Mûşê bi walî, qeymeqam û midûrê polîsan re xebatên hilbijartinê dimeşînin.    Li Mûşê walî, qeymeqam, midûrê polisan û fermandarên qereqolê ji bo hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê bi AKP’ê re dixebitin. Namzetê Şaredariya Kopê yê AKP’ê Yakup Kaya tevî burokratan, li dibistanan xebatên hilbijartinê didin meşandin. Kaya di dibistanan de xwendekar û mamosteyan di odeyekê de dicivînin û ji wan re propagandaya hilbijartinê dikin.    TEKLÎFA PEREYAN   Namzetê Şaredariya Mûşê Feyat Asya jî bi walî, midûrê emniyetê û fermandarên qereqolê re xebatên hilbijartinê dide meşandin. Herwiha namzetên AKP’ê yên li bajar, ji bo dengên xwe bidin wan, teklîfa pere û kar ji gel dikin.