DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin 2024-03-28 12:58:10 NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê li Bedlîs, Colemêrg û Silopiyayê mitîng li dar xistin.  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li 3 navendan mitîngên hilbijartinê li dar dixe. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari tev li mitînga Silopiya ya Şirnexê dibe. Bi hezaran kes herikîn qada mitîngê. Welatiyan heta demekî dirêj li ber dahol û zirneyan govend gerandin.    Polîsan hewl dan nehêlin welatî bi cil û bergên bi rengên kesk, sor û zer bikevin qadê. Welatiyan jî bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bertek nîşan dan. Li qada mitîngê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” tê berzkirin. Welatiyên astengdar ên li ser kursiyê hatin qada mitîngê, yên kal û pîr û jinên bi pitikên xwe hatin mitîngê balê dikişînin.    BEDLÎS   Li Qada Ulucamiyê ya Bedlîsê bi tevlibûna hezaran kesan mitîngê tê lidarxistin. Qada mitîngê bi alên DEM Partiyê hat xemilandin. Hêj jî herikîna gel a ber bi qada mitîngê ve didome. Tê payîn ku siyasetmedara kurd Leyla Zana di mitîngê de biaxive.    COLEMÊRG    Yek navendeke din a ku mitîng lê tê lidarxistin jî Colemêrg e. Mitîng li Parka Kentê ya navendê tê lidarxistin. Bi hezaran kes tev li mitîngê bûn. Welatiyên dikevin qadê gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz dikin. Li gel Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, her wiha dê namzetên hevşaredariyê û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li bibin. Li qada mitîngê dîmenên rengîn derketine holê û pankarta “Hûn ê bibînin çawa nûwaze qezenc bike” hate vekirin.