Ebex wê hesabê 2019'an bipirse: Em ê bi DEM Partiyê re xwe bi rê ve bibin 2024-03-28 09:07:38   WAN - Li Ebexê gelek kesên ku diyar kirin şaredarê AKP'î tu xizmet nekiriye û gotin ku ew ê bi pergala DEM Partiyê xwe bi rê ve bibin.   Xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê û navçeyên wê kelecaneke mezin li gel peyde kiriye. Di hilbijartinên 2019'an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêjeya ji sedî 53'ê yê dengan şaredariya navçeya Ebexê bi dest xistibû, lê bi hinceta ku namzetê wê bi KHK'ê hatiey îxrackirin YSK'ê mazbata dawî namzetê AKP'î.    ‘EM QEYÛMAN QEBÛL NAKIN'   Xelkê Ebexê ji bo hesabpirsîna 2019'an li benda sindoqan e. Hilbijêr Fettah Türan got ku ew ê dengê xwe bide DEM Partiyê, ji lew re DEM PArtî zimanê wî û çanda wî diparêze. Tûran da zanîn ku li navçeyê tu xizmet nehatiye kirin û got: "Em li dijî qeyûman e. EM qeyûman qebûl nakin. Lewma ez ê raya xwe bidim partiya xwe DEM Partiyê."   Ferhat Aç da zanîn ku DEM Partî mafên gelê kurd diparêze û ji ber vê yekê ew ê dengê xwe bide wê. Aç bal kişand ser polîtîkayên zextê yên li ser kurdan û got: “Em ne mirqarnecî ne. Em gelê kurd her tim bi rûmeta xwe dibêjin ‘DEM Partî’. Ev der Partiya DEM’ê ye. Em 10 sal in li Ebexê mafên xwe diparêzin û şaredariyê bi dest dixin. Her tim bi tayînkirina qeyûman mafên me binpê dikin. Ji ber vê yekê em her tim bi DEM Partiyê re ne."   ÇIMA DEM PARTÎ?   Şeref Koç anî ziman ku qeyûm binpêkirina mafan e û got ku wê dengê xwe bide namzetên DEM Partiyê û wiha pê de çû: “Me xizmeta partiyên din jî dît. Bi salan e AKP hewl dide bi feraseta qeyûmtiyê navçeyê bi rê ve bibe. Mirovên li vir berfê, avahiyan, her tiştî dibînin. Dikaribûn bi salan li vir xizmet bikirana û pîşesaziyê ava bikirana. Dibe ku mirov li ser îneşatan nemirana. Yekane sedema mirina mirovan nebûna xizmetê û nebûna ka rû abr e. Ji ber ku derfetên kar tune ne, mirovên me diçin li ser înşeatan dimirin. Ji ber vê yekê ez dibêjim DEM Partî."    DI ŞAREDARÎVANIYÊ DE PERGALA HEVSEROKATIYÊ   Welatiyê bi navê Omer Çakar diyar kir ew ê dengê xwe bide DEM Partiyê jî diyar kir ku yekane armanca qeyûman kedxwarî ye. Çakar anî ziman ku baweriya xwe bi xizmetên ku wê DEM Partî bike tînin û wiha dewam kir: “DEM Partî li vir tiştek xirab nekiriye. Li gundan li ser derfetên kar û projeyan civîn li dar dixistin. Di nava DEM Partiyê de kes li gorî dilê xwe tiştekî nake. Tuzuka DEM Partiyê pir baş e. Pergala hevserokatiyê heye. Jin nikare xwe ji aliyê aborî û manewî ve li şaredariyê îfade bike û daxwaza piştgiriyê bike. Pergala hevserokatiyê pergaleke pir xweş û cuda ye. Jin dikarin bi hêsanî biçin pirsgirêkên xwe vebêjin û pêşniyazên çareseriyê werbigirin. DEM Partî xwedî pergaleke wiha ye.”   XWE BI XWE BI RÊ VE BIBE   Çakar îşaret bi wê yekê kir ku qeyûm ji DEM Partiyê re "kavil" hiştiye û wiha got: "Ji Trabzonê hatine û vî gelî bi rê ve birin. Gel dikare xwe bi rê ve bibe. Ne hewce ye ku werin van kesan bi rê ve bibin. Gelê me dikare xwe bi rê ve bibe. Pergala DEM Partiyê, pergala 'xwerêveberiyê' ye. Her kes xwe bi rê ve dibe. Biryarên hevbeş tên girtin. Şaredarî tenê amûrek e, lê bila xizmeta vî gelî bê kirin."   PARTIYA JIN Û CIWANAN   Çakar bi taybetî ciwan bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqan û got: “Partî ji niha ve ji sedî 100 bi ser dikeve. Ev partî partiya jin û ciwanan e. Di vî warî de pirsgirêk tune ye. Divê her kes were dengê xwe bide."   JI AKP'Ê BER BI YRP'Ê   Gelek hilbijêrên AKP’ê jî gotin ku ew ê di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin Partiya Refahê (YRP). Yek ji wan Tanjû Taşkiran diyar kir ku ew ê dengê xwe bidin YRP'ê û bal kişand ser krîza aborî û zehmetiyên debarê. Şafi Saltıikalp jî got ku wê dengê xwe bidie YRP'ê.