Turkdogan serdana TÎHV û ÎHD’ê kir 2024-03-27 17:20:01   ENQERE - Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan, serdana navendên giştî yên TÎHV û ÎHD’ê kir û bernameyên xwe yên hilbijartinê vegot.    Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozturk Turkdogan, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana navendên giştî yên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) kir.    Turkdogan di serdanên xwe de bi Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban û Serokê TÎHV’ê Metîn Bakkalci re hate bahev.    Turkdogan di serdanên ku ji çapemeniyê re girtî de bernameya partiya xwe ya hilbijartinê vegot.