Dayikên Aştiyê: Zarokên xwe bi zimanê dayikê mezin bikin 2018-05-14 09:21:18 STENBOL – Dayikên Aştiyê yên Stenbolê bang li malbatan kirin ku zarokên xwe bi zimanê dayikê yê zikmakî mezin bikin.  Zimanzan û rewşenbîrê kurd Celadet Elî Bedîrxan di 15’ê Gulana 1932’an de li Şamê yekemîn kovarek kurdî ya Hawar weşand. Kurd her sal 15’ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Dayikên Aştiyê yên Stenbolê têkildarî Cejna Zimanê Kurdî axivîn.    ‘KURDAN ZIMANÊ XWE BI CÎHANÊ DA ÎSPATKIRIN’    Dayika Aştiyê Guler Bugday destnîşan kir ku ziman ji bo her gelekî girîng e û got: “Me ji ber zimanê xwe gelek êş û elem dît. Bi salan e em ji bo zimanê xwe têdikoşin û hene. Heke gelek hebe zimanê wî jî heye. Bi salan ji kurdan re gotin zimanê we nîne. Lê di sedsala 21’emîn de gelê kurd bi têkoşîn, berxwedan û xebata xwe zimanê xwe ji cîhanê re îspat kirin.”    'BILA HER TIŞTÊ WE BI KURDÎ BE’    Bugdah bi taybetî banga xwedî derketina ziman li jinan kir û got: “Hemû karê xwe bi kurdî bikin. Zarokên xwe bi kurdî mezin bikin. Ji zarokên xwe re loriyên kurdî bêjin. Heke hûn van bikin dê dewlet neçar bimîne û hebûna zimanê gelê kurd qebûl bike. Nikare qedexe bike. Bila her mal bibe dibistanek da ku zimanê me fermî bibe.”    'DEWLET DIXWAZE KURDAN BIKE TIRK’    Dayika Aştiyê Sultan Bozkurt jî destnîşan kir ku dewlet dixwaze kurdan bike tirk û wiha axivî: “Me di 1994’an koçî Îzmîrê kir. Nêzî du salan em li Îzmîrê man. Pişt re em hatin Stenbolê. Di jiyanê de tişta herî zor ew e ku mirov ji welatê xwe koç bike û li welatek din bi zimanekî din biaxive. Niha dema ez li penaberên ereb ên Sûriyeyê dinêrim gelek xemgîn dibim. Çunkî me jî vî derdî kişand. Dema em hatin Stenbolê ez bi tena serê xwe biçûma markete. Çunkî min navê tiştekî nizanibû. Ji ber ku me bi tirkî nizanibû. Ji ber ku zimanê me yê dayikê bi kurdî bû.”    Bozkurt bal kişand ser girîngiya axaftina kurdî û got ku pêwîste bi taybetî kurdên li rojavayê Tirkiyeyê dijîn bi zarokên xwe re bi zimanê dayikê biaxivin.