Qeyûm di xizmeta polîs û leşkeran de ye 2018-05-14 09:20:23 MÊRDÎN – Qeyûmê Şaredariya Artuklu Şakir Onen Ozturk bi boneya di kontrolên riyan de wesayîtek bê bikaranîn ji butçeya şaredariyê ji bo Fermandariya Cendirmeya Navçeyê da kirêkirin. Motosîklêta şaredariyê jî ji bo Miduriyeta Polîsan da tehsîskirin.  Di 13’ê kanûna 20162an de Wezareta Karê Hundur Qeymeqamê navçeya Artuklu ya Mêrdînê Şakir Onen Ozturk wek qeyûm tayînî şaredariyê kir. Ji roja Ozturk hatiye ser kar vir ve gelek car serî li rêbazên sosret da û tenê ji bo saziyên dewletê dixebite.    LI ŞÛNA XIZMETA GEL BIKE, XIZMETA SAZIYÊN DEWLETÊ DIKE    Qeyûm heta roja îro gelek ciwanên AKP’î di kar de cih kir û biryarên sosret dide. Herî dawî qeyûm biryarek din jî a sosret girt. Qeyûm wesayîtekê ji bo di kontrola riyan de bê bikaranîn ji bo Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê da kirêkirin û ji bo Miduriyeta Polîsan jî motosîklêta Şaredariya Artuklu da tehsîskirin.    Qeyûmê Artukluyê Ozturk ji bo Miduriyeta Şaxa Tîmên Taybet a Mêrdînê jî biryar girt û kelûpelên ji bo salona sporê amade kir.