Kedkarên ji kar hatin avêtin: Çareserî HDP ye 2018-05-14 09:16:42 STENBOL - Kedkarên bi KHK’ê ji kar hatin avêtin, diyar kirin ku çareserî û demokrasî di refên HDP’ê de cih digire û gotin: “Em ê di hilbijartinê de piştîgiriyê bidin HDP’ê."  Hikûmeta AKP’ê di çarçoveya îlankirina OHAL’ê ya di 20’ê Tîrmeha 2016’an de, bi hezaran karker bi KHK’ê ji kar derxistin. Kedkarên ji kar hatin avêtin, diyar kirin ku ew ê li dora partiya ku bêje “ji OHAL’ê re na û bila KHK rabe” kom bibin.   ‘EM ALÎGIRÊ MAZLUMANE’     Mamosteya rêberiyê ya ji kar hat avêtin Îlhan Koyu, diyar kir ku ew bi KHK’ê ji kar hat avêtin û wiha axivî: “Kesên bi KHK’ê ji kar hatin avêtin, rastî zilmê hatin, keda wan hatin xwarin, jin û ciwan dê di 24’ê Hezîranê de alîgirê mazluman bigirin, ne yê zaliman. Mazlumên vî welatî, dê weke her car piştgiriyê dibin partiya demokrasiyê, mafê mirovan, mafê jinan, mafê zarokan û wekheviyê diparêze. Ji ber vê sedemê dê rengê dengên me renge HDP’ê be.”    ‘ÇARESERÎ DI REFÊN HDP’Ê DEYE’   Koyu, da zanîn ku ji vir û şûnde dê piştîgiriyê bidin HDP’ê û wiha bilêv kir: “Tekane çareseriya welat a ji ber rejîma yekzilamtiyê ketiye krîzê HDP ye. Çareserî di refên HDP’ê deye. Em bang li hemû gel, şoreşger, welatparêz, jin, ciwan û sosyalîstan dikin ku ji bo HDP bi serbikeve û Selahattîn Demîrtaş ji girtîgehê derbikeve beşdarî xebatan bibin.    ‘HERÎ ZÊDE HDP LI DIJÎ ÊRÎŞ Û ZILMÊ YE’   Koyu, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li Tirkiyeyê, nûnertiya jinê herî zêde di HDP’ê heye. HDP herî zêde li dijî êrîş, zext û zilma li herêmê derdikeve. Ji bo gelek neyê tunekirin, em hewldana HDP’ê dibînin. Bi dehan parlamenterên wê hatin girtin û wekiltiya wan hat betalkirin. Carin hevşaredarên wê ji kar hatin vêtin. Lê ligel vê yekê jî di şert û mercên faşîzm û dîktatoriyê de hîna jî beşdarî hilbijartinê dibe û xwedî derketinek mezin heye. Gava em van hemûyan tînin gel hev, dengên me ji bo partiya HDP’ê diçin.”    ‘EM Ê DAWÎ LI PERGALA DÎKTATORIYÊ BÎN IN’   Mamosteya felsefe ya ji kar hat avêtin Nuray Şîmşek jî, diyar kir ku ewê dawî li pergala dîktatoriyê bînin û wiha axivî: “Em ê di sindoqan de ji OHAL’ê re bêjin na û bila KHK rabin. Ji xwe di demek kin de me got ‘TEMAM’ û ‘BÊHNA ME TENBÛ.’ Êdî em li dijî pergala dîktatoriyê dibêjin ‘TEMAM.’    Mamosteyê Weje û Zimanê Tirkî Bulent Yildiz jî, da zanîn ku êdî gel ji desthilatdariya 16 salan a welat birêve dibe bêzar bûne û wiha axivî: “Bêguman sedemên vê yekê hene. Desthilatdarî ji bo hêza xwe mezin bike bi jehriyê ketiye. Desthilatdariya AKP’ê her ku bi hêz dibe, zilma xwe mezintir dike.  Piştî hewldana darbeye hikûmetê hewl da ku hemû beşên muxalîf bêdeng bike. Bi sedan kedkar ji kar hatin avêtin. Ji bo em ji vê yekê re bêjin êdî bese, hilbijartin tekana rêya çareseriyê ye. Ji bo ku ev desthilatdarî bê guhertin tişta ji destê me bê emê bikin.”