ROJEVA 14'Ê GULANA 2018'AN 2018-05-14 09:00:23 * Nivîskar Dilawer Zeraq ku ji bo Hawarê got “Ji bo wêje, ziman û çanda kurdî manîfestoyek e”, hewldana nivîskarê mezin ê îtalyanî Dante û Hawarê şiband hevdu û got: “Kurmanciya me ji Eliyê Herîrî bigire heta bi Hawarê, ew manîfesto ye ku helwesteke Danteyî ye. Hîn jî em hewceyî Hawarê ne, hê jî neqediyaye. Ji ber ku ji bo îtalyanî jî hê Dante neqediyaye.”  * Dayikên Aştiyê yên Stenbolê bang li malbatan kirin ku zarokên xwe bi zimanê dayikê yê zikmakî mezin bikin.   * Hevseroka HDP'e ya Stenbolê Esengul Demîr, diyar kir ku xebatên wan ên Hilbijardina Zordest a 24'ê Hezîranê li hemû tax û navçeyan berdewam dike û ew dê di vê hilbijartinê de 1.5 milyon deng bistinin.    * Kedkarên bi KHK’ê ji kar hatin avêtin, diyar kirin ku çareserî û demokratîk di refên HDP’ê cih digire û gotin: “Em ê di hilbijartinê de piştîgiriyê bidin HDP’ê.   * Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî du roj berê xwest girtiyên mahkûmê qederê (girtiyên edlî) bên efûkirin. Têkildarî daxuyaniya Bahçelî, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku ger li Îmraliyê maseya aştiyê bê avakirin wê demê dibe ku efûya giştî bê rojeva Tirkiyeyê.    * Zimanzan Necmiye Alpay diyar kir ku di vê hilbijartinê de peywîrek girîng dikeve ser hemû milên aligirên demokrasiyê û banga berpirsyariyê li her kesî kir. Hunermend Ferhat Tunç jî got: “Tekane nûneriya aştî, demokrasî, biratî û azadiyê HDP ye.”   * Hevserokê HDP’a Dersimê Murat Polat diyar kir ku amadekariyên teknîkê yên wan hilbijartinê temam bûne û Dersim li dijî tifqên rast xwe ji reqorê re amade dike.    * Qeyûmê Şaredariya Artuklu Şakir Onen Ozturk bi boneya di kontrolên riyan de wesayîtek bê bikaranîn ji butçeya şaredariyê ji bo Fermandariya Cendirmeya Navçeyê da kirêkirin. Motosîklêta şaredariyê jî ji bo Miduriyeta Polîsan da tehsîskirin.     * Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) danezana ji bo hilbijartina Serokomariyê û parlamenteriyê amade kiriye dê li Otela Hîltonê ya Enqereyê bi raya giştî re parve bike. (10.00)    * Meclîsa Jinan a HDP'a Amedê bi wesîla Roja Dayikan dê li Semta Dîclekentê li gel dayikan civîna taştê li dar bixe. (10:00)   * Li bendê bû li şûna avahiya Sînemaya Yilmaz Guney avahiyek sînemayê ya nû bê çêkirin. Lê li cihê sînemayê xebata peyzajê hat kirin û bi Parka Ataturk ve kirin yek.    * Rêxistina HDP’ê ya Êlihê dê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li avahiya navçeya nevendî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Komeleya Lêkolîna Ziman û Çand a Mezopotamya (MED-DER) dê di çarçoveya çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Mala Hunerê Du Çemê şahî li dar bixe. (17.00)    * Şanoya Mencel a li Wanê di çarçoveya rêzeçalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dê Şevbihêrka Dengbêjan li dar bixe. (18.00)