Li Êlihê zêdeyî 50 bernamzetan serî li HDP’ê dan 2018-05-13 17:49:15   ÊLIH - Rêxistina HDP'ê ya Êlihê der barê bernamzetên parlamenteriyê yên serî li wan daye daxuyanî da. Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Nizamettin Toguç, diyar kir ku nêzî 50 kesan ji bo nemzetiyê serî li wan daye.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê têkildarî bernamzetên ji bo parlamenteriya hilbijartina 24'e Hezîranê serî li wan daye bi civînekê aşkere kir. Di civînê de hevserokê HDP'ê, êveberên HDP’ê, rêveberên DBP û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn. Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Nizamettin Toguç, diyar kir ku nêzî 50 kesan ji bo nemzetiyê serî li wan daye. Toguç, yên ku bibin namzet û yên nebin namzet dê hemû ji bo serkeftina partiya HDP'ê bixebitin. Me çawa li vir DYP, DP, Anavatan kir partiya tabela, em dê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de 5 wekîlan derxin û AKP'ê jî bikin partiya tabelayê.