Di serdema AKP'ê de Hezar û 652 karker di kanên madenê de mirin 2018-05-13 17:31:16   NAVENDA NÛÇEYAN  - Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran diyar kir ku di 18 salên AKP'ê de bi giştî Hezar û 652 karker di kanên madenê de jiyana xwe ji dest dane.    Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) li ser medya civakî di hesabê twîtterê navnişana @guvenlicalisma de diyar kir ku ji ber tedbîr nehatine girtin herî kêm Hezar 652 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Meclîsê diyar kir ku ne qeza, ne qeder  û ne jî fitrat e û got: "Ji ber tedbîr nehatin girtin ji ber we wekî maliyet dit we çavê xwe ji mirina hevalên me re girt. Ev cinayeta kar bi xwe ye. Di serdema AKP'ê de herî kêm Hezar û 652 hevalên me yên karker di qezaya kar kanên madenê de jiyana xwe ji dest dan.    ÎSÎG'ê sal bi sal grafîka karkerên di kanên madenê de parve kir. Li gorî gravîka ÎSÎG'ê karkerên di serdema AKP'ê de di kanan de jiyana xwe ji dest dan wiha ye:  Di 2002'an de 11, di 2003'an de 81, di 2004'an de 68, di 2005'an de 121, di 2006'an de 80, di 2007'an de 77, di 2008'an de 66, di 2009'an de 92, di 2010'an de 125, di 2011'an de 117, di 2012'an de 81, di 2013'an de 93, di 2014'an de 386, di 2015'an de 67, di 2016'an de 74, di 2017'an de 93 û di 2018'an de jî 20 karker di madenê de jiyana xwe ji dest dan. Bi şgitî 1652 karkeran jiyana xwe ji dest dan.