Li gelek navendên Amedê jinan Roja Dayîkan pîroz kirin 2018-05-13 16:52:04   AMED - Aktîvîstên TJA, endamên Meclîsa Jinan ên HDP’ê yên Rezan, Peyas û Sûrê, bi boneya Roja Dayîkan hatin gel hev û li dayîkan qûrnefîl belav kirin.   Aktîvîstên TJA û endamên Meclîsa Jinan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yên bajar û navçeyên Amedê, bi boneya Roja Dayîkna li qadên cûda li jinan qûrnefîl belav kirin. Endamên Meclîsa Jinan û TJA’yê li Kolana Sakarya ya navçeya Rezan, Bazara gel a taxa Firat a navçeya Peyasê, Kolana Melîkahmet a navçeya Sûrê, Nexweşxaneya Zarok û Welidandina Jinan a li ser rêbejahiya Amed- Rihayê qûrnefîl li jinan belav kirin û bi jinan re sohbet kirin. Jinan li Taxa Abdaldede jî çûn serdana malbatan.     Jinên HDP'î û aktîvistên TJA’yê, çûn serdana dayîka Selahattîn Demîrtaş Saadet Demîrtaş jî.