Lehî li Kobanê rabû: 30 mal hilweşiyan 2018-05-13 15:02:12   KOBANÊ - Li bajarê Kobanê ji ber lehî rabû 30 mal hilweşiyan û ji sedî 90 zerar dît.    Duh li kantona Kobanê ji ber barana dijwar ku bi saetan dirêj kir lehî rabû. Di encamê de zerakek mezin gihiştin mal û milkên welatiyan. Bilindbûna ava lehiyê metreyek û nîvê bilind bû. Ji bo tesbîtkirina zerarê Şaredariya Gel a ji saetên sibehê ve dest bi serjimariya zerarê kir. Hevşaredarê Gel ê Kobanê Faris Etiyê agahi da Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) û diyar kir ku rêjeya xisarê gihişt 500 mîlyon Lêreyên Sûrî. Etiyê, diyar kir ku herî zêde taxa Botan a Roava ya nêzî Girê Meştenûrê ziyan dît û got ku li taxê 30 mal hilweşiyan û ji sedî 90 zerar hatin dîtin. Hevserokê Şaredariyê destnîşan kir ku li navçeya Şêran a dikeve rojhilatê bajarê Kobanê lehî rabû û av li malan bû gol. Tîmên Heyva Sor a Kurd yekser alîkarî kir û destwerdana lezgîn pêşkêş kir.   Xebatkarên şaredariyê li taxa Botan a roajva xebatên rakirina bermahiyan didomîne.