‘Em li dora HDP’ê bibin yek’ 2018-05-13 13:54:01   MÊRSÎN - Hewldana 78’an a Mêrsînê, banga yekitiya li dijî faşîzmê kir û got: “Em dixwazin hemû kes li dûra HDP’ê bibin yeke.”   Endamên Hewldanan 78’an a Mêrsînê, li Park Cafe taştêya piştevaniyê da. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî beşdarî taştê bûn. Berî taştê berdevkê Hewldana 78’an a Mêrsînê Bayram Kizartici axivî û wiha got: “Li dijî faşîzmê li welat bi salan têkoşîna aştî û demokrasiyê hat meşandin. Ji ber vê yekê gelek bedel hatin dayîn. Faşîzmin îro dibin sîwana AKP û MHP’ê de kom bûn. Hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê her ku diçe nêz dibe. Divê em li dijî faşîzmê bibin yek. Ji ber vê yekê em bang li hemû kesê dikin ku li dûra HDP’ê kom bibin. Werin em faşîzma AKP û MHP’ê di sindoqan de bê bandor bikin. Divê em bi vê bawerî û zanebûnê tevbigerin.”