Turkdogan di Kongreya ÎHD'ê de axivî: Divê tecrîda li ser Ocalan rakin 2018-05-13 13:36:39   ENQERE - Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê kongreya xwe pêk anî û rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê İHD'e Ozturk Turkdogan, diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û wiha got: "Demek dirêj e agahî ji Ocalan nayê girtin. Tiştekî wisa nayê qebûlkirin."    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê 18'emîn kongreya xwe ya asayî pêk anî. Kongre li salona TUMBEL-SEN'ê ya civînê pêk hat. Gelek endam û rêveberên ÎHD'ê tev li kongreyê bûn. Di Kongreyê de Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, rojnameger  Huseyin Aykol û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn. Kongre bi rêzgirtin û hilbijartina dîwanê dest pê kir. Piştre Endamê ÎHD'ê Harun Koçak, diyar kir ku Tirkiye di milê mafên mirovan de gelek paşve çûye. Koçak, da zanîn ku di pêvajoyek wisa de mirov di nav ÎHD'ê de erkê bide ser milê xwe pir watedar e.    Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî ji ber xebatên rêveberiya ÎHD'ê ya berê spasî kir û wiha got: "ÎHD ku di tariya salên 90'an de hat avakirin ew tarî kun kir û heta îro hat. Bi bîr û baweri û sekna xwe ya xurt heta îro têkoşîna xwe berdewam kir. Niha yek ji qadên ku herî zêde binpêkirina mafan heye girtîgeh in. Li her qadê mafê mirovan tê binpêkirin. Lê herî zêde li girtîgehan mafê mirovan tê binpêkirin. Lê em de hemûyan li pişt xwe bihêlin."   'ROJA HEMÛ DAYIKAN PÎROZ BE'    Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî bi minasebeta Roja Dayikan a Cîhanê roja dayikan piroz kir û wiha got: "Di serî de ez roja Dayikên Şemiyê Dayikên Windayan û Dayikên Aştiyê piroz dikim. Wezî li Tirkiye dayikan ev êş nejiya bûna. Em her roj bi îktîdara ku dayikan didin girî re rû bi rû ne. Niha rewşa girtiyên siyasî hene. Dê rewşa wan çi be. Divê berî her tiştî girtiyên siyasî bigêjin azadiya xwe. Niha gelek parazvanên mafên mirovan, wekîl rojnameger û siyasetmedar girti ne."    'DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN BÊ RAKIRIN    Turkdogan, xwest berî her tiştî tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û wiha got: "Pêwiste tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Demek dirêj e tu agahî jê nayên girtin. Ev yek wisa nayê qebûlkirin. Divê demek berî demekê ev tercîd bi dawî bibe. Em li welatê ku qanûna bingehîn tune ye rû bi rû ne. Tirkiye bi qanûna yek kesî tê birêvebirin. Pêdiviya Tirkiye bi qanûna demokratik a nû heye. Ger ku hebûna milyonan kurd bê înkarkirin, ger hebûna milyonan elewî bê înkarkirin, wê demê em dê çawa demokrasiyê biparêzin."    ÎHD'Ê RÊVEBERIYA NÛ DIYAR KIR   ÎHD'ê piştî kongreya xwe pêk anî raporên xebat û maliyê xwendin. Piştî raporê hilbijartin pêk anîn û rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Kesên ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin ev in: Fatin Kanat, Saliha Şahin Denizer, Dilek Yildiz, Nuray Çevirmen, Belgun Baba, Barbaros Hayretîn Yilmaz, Cafer Sabancilar."