Dayîkên Şemiyê: Roja Dayîkan ji bo me dojeh e 2018-05-13 11:50:26   STENBOL - Dayîkên Şemiyê, diyar kirin ku Roja Dayîkan ji bo wan dojeh e û gotin: “Di nava vê dojehê de, li Qada Galatasarayê em her hefteyê Roja Dayîkan dijîn.”   Dayîkên Şemiyê yên xizmên xwe di bin çavan de winda kirin û her heftê li Qada Galatasarayê li aqûbeta xizmên xwe digerin û dixwazin faîlên wan bên dîtin Roja Dayîkan nirxandin. Dayîkên Şemiyê, diyar kirin ku ew her hefteyê li Qada Galatasarayê roja dayikan dijîn.   ‘DI NAVA DOJEHÊ DE EM ROJA DAYÎKAN DIJÎN’   Xwişka Hayrettîn Eren ê di 21’ê Cotmeha 1980’î dibin çavan de hat windakirin Îkbal Eren, anî ziman ku ew jî dayîke, lê wê li Qada Galatasarayê hestên dayîka xwe bêtir jiya û wiha axivî: “Roja Dayîkan ji bo me weke dojehê derbas dibe. Her roja em dijîn ji xwe dojehe. Rayedarên dewlet û hikûmetê dibêjin ‘Bihuşt dibin piyê dayîkan dene’, lê îro dayîk dojêhê dijîn. Heya ku dayîkên me hestiyên zarokên xwe nebînin, Roja Dayîkan pîroz nakin. Goreke me ya em qûrnefîl danîn ser tuneye. Ji ber vê em qûrnefîlên xwe datînin Qada Galatasarayê. Ji xwe em her heftê li Qada Galatasariyê roja dayîkan dijîn dinava vê dojehê de.”   ‘HEYA KU ÊŞA ME HEBE EM Ê ÇAWAN ROJA DAYÎKAN PÎROZ BIKIN’   Hevjînê Fehmî Tosun ê di 19’ê Cotmeha 1995’an dibin çavan de hat windakirin Hanim Tosun jî, da zanîn ku Roja Dayîkan ji bo wan nemaye û wiha bilêv kir: “Heya ku êşa me hebe em nikarin Roja Dayîkna pîroz bikin. Bi taybetî dayîkên Kurd 40 salin êşê dikêşin. Dayikên Kurd yan hevjînê xwe winda kirine, yan jî zarokên xwe. Em ji yek ji wan dayîkane. Gava kesek ji malbatê kêm be mirov nikare rojên xweş pîroz bike. Di heman demê de gorên zarok û hevjînên me tuneye. Em li kolanan ji bo wan li edaletê digerin. Bi vî awayî emê çawan Roja Dayîkan pîroz bikin.”   ‘KÊ DÊ DESTÊ DAYÎKA CEMÎLE MAÇ BIKE’   Tosun, diyar kir ku niha gelek dayîk di girtîgehan dene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelo zarokên wan dê çawan herin destên wan maç bikin. Dayîka Cemîle cenazeyê keça xwe bi rojan di sarincê de veşart. Gelo heya keça wê di gora sar de raze dê kê destê dayîka Cemîle di Roja Dayîkan de maç bike? Ma dê çawan zarokên dayîka Taybet bikaribin kulîlkan danin ser gora dayîka xwe? Bi rojan cenazeyê wê li kolanê ma. Dilê dayîkên Kurdan tije êşe. Gelo wê çawan vê rojê pîroz bikin. Lê ligel van hemû êşan jî serê me bilinde.”