Berdevka TOP'ê Koca: Em dê piştgiriyê bidin HDP û Demîrtaş 2018-05-13 10:34:48   STENBOL - Piştgiriya ji bo HDP'ê her ku diçe zêde dibe. Berdevka TOP’ê Perihan Koca, diyar kir ku dê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP û Demirtaş.    Hilbijartina 24'ê Hezîranê nêzîk dibe û xebatên ji bo hilbijartinê zêde dibe. Kesên li Tirkiye aştî û demokrasiyê dixwazin berê xwe didin HDP'ê. Têkildarî rewşa hilbijartina 24'ê Hezîranê û polîtîkaya partiyan, Berdevka Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perihan Koca nirxandin kir. Koca, diyar kir ku dê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP'ê û namzetê Serokomariyê Selehattîn Demîrtaş. Koca, anî ziman ku 24'ê hezîranê ji bo Tirkiye pêvaoyek pir taybet û krîtîk e û wiha got: "Tirkiye di şertên OHAL'ê de dikeve hilbijartinê. Di bin şertên kaos û zordestiyê de dikeve hilbijartinê. Ev pêvajo bi serhildana Gezî ya 2013'an dest pê kir û her diçe ber bi kaosê ve diçe.    SIYASETA PERÇEKIRINÊ PÊŞ DIXIN   Koca, anî ziman ku di vê pêvajoyê de gelek tişt li ser hev pêş dikevin û Serokê AKP'ê civakê dixe nava şoqê û di nava civakê de eniyê ava dike. Koca, anî ziman ku bi lez biryara hilbijartina 24'ê Hezîranê dan û bi lez nêzî hilbijartinê dibin û wiha got: "Dixwaze bi xwe rojevê diyar bike. Dive hêzên çepgir û sosyolîst rexnedayîna xwe bidin û bi hevre li çareseriyê bigerin. Di şertên OHAL'ê de tu rewatiya hilbijartinê tune. Ev hilbijartin li dijî zagonan e. 24'ê Hezîranê hem ji bo serokomariyê û hem jî j bo pêşeroja Tirkiye û gelan diyarker e. Ji bilî HDP'ê û hin partiyên çepgir, partiyên din ên li dijî vê pergalê dengê xwe bilind dikin tune ye. Niha AKP nikare bi reve bibe. Krîza rêvebirina Tirkiye dijî. Ji ber vê yekê rageşiyê zêde dike û civakê perçe dike. Di nava civakê de eniyan çê dike. Tirkiye hem di nava krîza aborî de ye û hem jî di nava krîza siyasî û rêveberiyê de dijî. AKP'ê piştî hewldana 15'ê tîrmehê di nava civakê de qimeta xwe winda kir. Êdî civak vê rêveberiyê rewa nabîne."   Koca anî ziman ku derdê dewletên navneteweyî ne rêvebirina Tirkiye ye û wiha lê zêde kir: "Ji bo wan rejima AKP'ê rejîma sermayeyê ye. Ger ku sermayeyê di destê xwe de bigire û pêşkeşî wan bike bes e. Ji ber vê yekê civakê dikin du perçe û tînin hemberî hev."   16 SALIN SOZÊN XWE DUBARE DIKIN   Koca, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê 16 salin li ser îktidarê ye û 16 salin sozên xwe dubere dike û wiha berdewam kir: "Sozên ku niha îtîfaqa cumhur a AKP-MHP’ê didin, 16 salin heman tiştan dubare dikin. Lê krîza aborî û siyasî di rojevê de ye. Krîza aborî pirsgirêka sereke ye. Tenê soza şerê nû û operasyonên nû da. Êdî qada Erdogan a xîtabetê her ku diçe teng dibe. Bi îtîfaqa AKP-MHP'ê ya cûmhur careke din dijminantiya xwe ya li hemberi gelê kurd nîşan da. Ji ber ku HDP di nava îtîfaqa millet de cih nagire ji bo HDP'ê avantaj e. Di vir de yê encamê diyar bike HDP ye. Ji ber k HDP êdî bûye partiya gelê Tirkiyeyê. Ev hilbijartin dê bibe hilbijartina qetandina namzetan a ji partiyan."     Koca, bal kişand ser girtina Demirtaş û wiha berdewam kir: 'Hilbijartina HDP'ê û Selahattin Demirtaş dê diyarker be. Dê qedera Tirkiye biguherînin. Ji ber vê yekê di hilbijartina 24'ê Heziranê de em dê piştgiriyê bidin HDP'ê û Demirtaş. Niha divê hemû gel ên çepgir û sosyalîst derkevin kolanan û rê li pêş vê siyaseta Erdogan bigirn. Bi taybetî sazî û rêxistinên çep û sosyalîst dikarin rê li pêş vê pergala zordest bigirin.    'DIVÊ GEL MECLÎSÊN XWE AVA BIKIN'   Koca, bal kişand ser hilbijartinên 7'ê Hezîranê û referanduma 16'ê Nîsanê û wiha bi dawî kir: "Divê gel tenê xwe di sindoqên 24'ê Heziranê de asê neke. Ji bo karibe ji nûve welat ava bike divê bi perspektiefa Komara Demokratîk tev bigere. Divê meclîsê xwe bi xwe ava bike. Em dê li 30 welatên ewropa kampanya ji bo HDP'ê û Demirtaş pêş bixin. Em dê bi hevre qezenç bikin. Em dê bi hevre bi serbikevin. Divê em û pariyên kurdan bibin yek û bi awyeki herî fireh tifaqa hilbijartinê ya gelan ava bikin. HDP, dikare li Tirkiye bi partiyên çep û çepgir re bê cem hev û dikare sîwanekê ava bike.    MA / Yasin Kobulan