Îlham Ehmed: Şerê tê kirin ne netê şerê desthilatdar û civakan e Divê civakên herêmê xwe bi rêxistin bikin û neyên van lîstikan 2018-05-13 09:48:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed geşedanên siyasî û civakî yên li Efrîn, Sûriye û Rojhilata Navîn nirxand. Ehmed, diyar kir ku di sedsala pêş de qeyranek mezin li pêş Rojhilata Navîn e û sînorê dewletan tên guhertin. Ehmed, da zanîn ku ger civakên li Rojhilata Navîn xwe birxistin bikin dê qeyran bi ser nekeve u civak bi ser bikevin û qezenç bikin.    Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed geşedanên siyasî, civakî û leşkerî yên li Efrîn, Sûriye û Rojhilata Navîn pêş dikevin ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re nirxand. Ehmed, bal kişand ser polîtîkayên Erdogan ên li ser Efrînê û destnîşan kir ku Erdogan bi operasyonê xwest hilbijartinê Tirkiye qezenç bike, lê negihiştiye armanca xwe. Ehmed pirsên ajansa me bersîvand û wiha got:     Siyaseta li ser Efrîn, Sûriye û Rojhilata Navîn ber bi kuve diçe?    Efrîn di encama konsepteke navnetewî hat desteserkirin. Bi dagirkirina Efrînê dewleta Tirkiye û taybet Erdogan dixwast hilbjartina Tirkiye qezenc bike. Ya din jî ji bo demgrafiya herêmê biguhere, çetên xwe bixe Efrînê û şerê kurd û ereb derxe. Kurdan qir bike. Çawa ermen suryen qir kirin, dixwaze bi destê muslimanan kurdan jî bi destê erebên çete qir bike. Di Sûriyeyê de guhertina demografî bi rengê herî xerab di asta sucê mirovahiyê de pêk tê. Çawa ku berê nasnameya xiristiyen di Sûriyê de zêde bû, piştre muslimantî zêde bû, niha jî nasnameya şîa zêde dikin li ser hesabê suniyan. A ereban jî li ser hesabê kurdan zêde dikin. Ev pilana hêzên dagirkerin. Ji bo siyaset û percewendiyên xwe çanda qir dikin û nasnama gelan tune dikin.  Qeyraneke mezin di rojhilata navîn de heye, ev qeyran a sedsalek nû ye. Di encama wê de sînorê dewletan tên guhertin. Lewra şerê tê kirin ne tenê şerê civak û desthilataran e. Di heman demê de şerê berjewendiyê hêz u dewletan e û ne dem kurt in. Her kes dixwaze li gorî berjewendiya xwe bi encam bike. Ê bedela wê didin jî civak e. Lê dema civak rêxistinkirî bin û li ser xwe bin ew bi qezenc derdikevin. Dighêjin azadiya xwe.    Yên li ser Efrînê hesab kirin û bi zorê Efrîn vala kirin çiqas gihiştin armanca xwe?    Ên li ser Efrîn hesab kirin ji bo demek kurt gihaştin armanca xwe. Efrîn ji xelkê wê vala kirin. Li ser vê encamê wê bixwaze di hilbjartinan de qezenc bikin. Lê ev hîn ne misogere. Ji bo demdirêj Efrînê gelek pirsgirêk ji Tirkeyeyê re derxistin. Hem di raya gîştî ya hundurê Tirkiye de, hem di raya derve de. Bi gîştî dorpêçeke mezinde ye. Li şer bi giranî hesab kir. Ev jî derbas bû. Lê ji niha û şûnde Tirkiye çi bike. Rusya ew rûpoya dabû ser rûyê xwe xist. Aşkere kir ku nêzîkbûna wê ji kurdan re ne durist e. Bengewaziyên wê ji bo kurda tenê ji bo tirkan bitirsîne tevîzan jê bigire. Ji bo dewletek dibêje ji bo çareseriyê em li Surîyeyê ne, ev siyaset a sextekarî nîşan da. Bi taybet ji bo gelekî bindest xwedî piroja çareseriyê bê exlaqiyek mezn bi rêve bir. Ev bû sedema qirkirina kurda carek din. Niha jî ji bo ew sucê xwe ji holê rake dibe vê rewşê sererast bike. Rusya hewce ye rûyê xwe yê reş bûye sipî bike. Ew jî bi vegerandina gelê Efrîn ser axa wî û bi dawîkirina dagirkeriya Tirkiyeyê pêkan e. Divê dest ji piroja guhertina demografya Sûriye berde.    Rewşa dawî ya Efrîn planên ku hesab li ser Erfînê kiribûn guhertinek çawa çêkir?   Rewşa dawî ya Efrîn bû sedem milên nû çê bikin. Rusya Îran Tirkiye. Emerîka Firansa Îngltere. Ev bilog di vê demê de wiha ne. Dema pêş ne diyare çi bibe. Lê her çi bibe, wê bandora xwe li ser gîştî axa Sûriyeyê bike û bi taybet rojava, rola kurdan û gelê din ên herêmê girîg e di xuya kirina pêşeroja sûriye de.    Bandora Efrînê li ser hilbijartina Tirkiye ya Zordest çiye?    Erdogan hesaba xwe li ser hilbjartinan kir. Xwîna gelê kurd kir qurbaniya hesabên xwe ê hilbjartinê. Lê xuyaye ev têrê nekir. Ji ber civak ne aşiqê xwîn rijandinê ne. Erdogan çawa bû qatilê zarokan li Efrîn, li Tirkiye jî di rewşa awarte de dixwaze hilbjartinan bi rêve bibe. Ev jî li dervê pîvanên navneteweyî ne. Ev yek rewabûna hilbjartinan ji holê radike. Dive civaka Tirkiye vê yekê qebûl neke.     Piştî ku Tirkiye bi piştgiriya Rûsya û Îran Efrîn vala kir, dixwazin komên cuda li Efrînê bi cih bikin. Dê çiqas bigêje armanca xwe. Ev yek ji bo Sûriye,  Rojhilata Navîn û cîhanê gefek çawa ye?   Xelkê ku ji Qota li Efrîn bi cih kirine ji vê rewşa xwe ne razî ne. Ew zanin ku di welatê xwe de hatine xerîbkirin. Û fêm dikin ku ew hêz dixwazin şerê ereb û kurda derxin. Lewra  alîkariya helwesta wan li beramber Tirkiye û hêzên ew xistin vê rewşê girînge. Dibe bi kurdan re alîkarbin da ku ewjî vegerin cih û warê xwe.    Zêdeyî sed hezar welatiyên Efrînê koç bûn, rewşa dawî ya gel çiye. Pirsgirêkên wan ên sereke çine. Pêdiviyên wan çine. Pêşerojek çawa li pêşiya gelê Efrînê ye?   Rewşa wan a derûnî gelek xerab e. Haya niha bi dehan kes jin zarok ixtiyar jiyana xewe ji dest dane. Ev rewşa koçberiyê qebul nekirine. Her wiha hîn tu sazî ji bo alîkarî dest dirêjî wan nekirine, bi hezaran zarok bi nexwşiya ketine. Xeteriya mirinê li ser wan heye. Gelek saziyên mafê mirov ji vê rewşê re çavê xwe girtine. Dermanê herî acîl bidin gelê efrîn vegera ser axa xwe û mal û milkê xwe, desteka din piştre acîle.      Ji niha û şûnde dê polîtîkayên Îran, Rûsya, Firansa û DYA li herêmê çawa pêş bikevin?    Îran û Rusya li nav bilokek de tev digerin, hesabê rêjîm gelek nayê kirin, navê wî tê bikaranîn. Wê her bixwazin di yek bilokê de tev bigerin, lê berjewendî car din wê esasbin. Biloka din jî ne nûye, her dem Emerîka û Ewropa li kêleka hev tev geriyan e, car din bi hevre ne. Ev jî xuya ye wê bo dumîne, di encam de tunekirina DAIŞ armance, lê çareserî û mayendekirina aştî û demokrasî girîngtir e.