Sektora înşeatê jî rawestiya 2018-05-13 09:13:50   ÎZMÎR -  Hikûmeta ku krîza di warê sektora îneşatê de rû daye taloqî dû hibijartinê kir, faîzên krediya avahiyan daxist biniya ji sedî 1’ê. Muteahît Suleyman Gunduz, anî ziman ku sektör rawestiyaye û got: “Mirov pêşiya xwe nabînin.”    Li Tirkiyeyê sektora înşeatê jî nesîbê xwe ji krîza aborî girt. Zêdebûna qûrên dowîzî û fazîên krediyê, bandoreke neyînî li firotina avahiyan jî kir. Li gorî Rapora Sektorê ya Adara 2018’an a Komeleya Malzemeyên Înşeatê ya Pîşesaziyê ya Tirkiyeyê (ÎMSAD), li gorî 2017’an welatî nikarin heqê avahiyên kirine bidin û her wiha ji ber bihayên hesin ji sedî 50 zêde bûye di sektora înşeatê de stokên avahiyan zêde bûn.    Her wiha beriya hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê hikûmet bi fikara krîza aborî bi paş ve gav avêt. Ji bo stokên avahiyan vala bike hikûmetê fazîên krediye yên avahiyan ji sedî daxist bin 1’ê.    ‘SEKTORA ÎNEŞATÊ RAWESTIYAYE’    Suleyman Gunduzê ku ji sala 2006’an ve muteahîtiyê dike destnîşan kir ku sektora îneşatê bi temamî rawestiyaye. Gunduz bi lêv kir ku hikûmetê ji bo stokên avahiyan vala bike, gavek avêt lê belê gava wê dê bi kêrî tiştekî neyê. Gunduz diyar kir ku di aboriya Tirkiyeyê de sektora îneşatê sektoreke hêzdar e û ji ber ku çareyeke hikûmetê nemaye serî li vê sektorê daye. Gunduz bi lêv kir ku ji ber şert û mercên Tirkiyeyê yên niha sektora înşeatê jî ketiye vî halî. Gunduz anî ziman ku bi polîtîkayên rojane pirsgirêkên Tirkiyeyê nayên çareserkirin û hikûmet vê gava ku di sektora îneşatê de avêtiye ji bo hilbijartinê kiriye.    NIKARIN KREDIYAN BIDIN    Gunduz anî ziman ku faîz çiqas bên kêmkirin jî, kirîger di warê dayîna krediyan de ditengijin û got: “Ji bo mirovan bi krediyê kirîna daîreyê tê wateya ku dê 10 salan heqê wê bidin. Ji ber di warê kar de mîsogeriyek tune ye û ji bo pêşerojê hêvî tune ne, mirov pir nêzî vê yekê nabin. Loma bawernakim ku ev yek bibe çare. Û dê ev yek di demek nêz de bi serê hikûmetê de biteqe. Mirov pêşiya xwe nabînin. Êdî hêza kirînê jî ne wek berê ye.”    Gunduz, diyar kir ku li Tirkiye û cîhanê di warê siyasî de xumamiyek heye û niha ne mumkun e ku ji derheqê vê krîzê bê derketin. Gunduz destnîşan kir ku heta ji wexteke dûr û dirêj gav neyên avêtin dê stok di destê muteahîdan de bimînin.    MA / Ahmet Kanbal