ROJEVA 13'Ê GULANA 2018'AN 2018-05-13 09:00:19   * Nivîskar û wergêr Dilawer Zeraq ku diyar dike Hawar destpêka Wêjeya Modern a Kurdî ye û encama weşanên beriya xwe û sedema yên piştî xwe ye, ji bo Hawarê wiha dibêje: “Sedema Hawarê Eliyê Herîrî ye, Ehmedê Xanî, Mela Mehmûdê Bazîdî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî ye.”   * Hikûmeta ku krîza di warê sektora îneşatê de rû daye taloqî dû hibijartinê kir, faîzên krediya avahiyan daxist biniya ji sedî 1’ê. Muteahît Suleyman Gunduz, anî ziman ku sektör rawestiyaye û got: “Mirov pêşiya xwe nabînin.”    * Nûnera Giştî ya KCDP’ê Gulsum Kav, diyar kir ku jin li dijî kuştin, kêm dîtin û her roj can dayînê dibêjin TEMAM. Kav, got ku ger HDP dibin bendavê de bimînê, dê ji bo nûnertiya civak û jinan fikarên mezin derbikevin holê.    * Seroka Şaxa Egîtîm-Sena’a Kocaeliyê Hîcran Tûran, destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê di 16 salên îktîdara xwe de darbeyeke mezin ku perwerdehiyê xistiye. Tûran got ew ê nebin mamosteyên AKP’ê û dê di 24’ê Hezîranê de pêşeroja xwe radestî AKP’ê nekin.    * Ketin û derketina deriyê sînor ê Hatayê ku demê wekî deriye ku ber bi Rojhilata Navîn ve vedibe dihat zanîn, niha ji sedî 70’ê kêm bûye. Veguhastina bar û rêwiyan ku yek ji çavkaniya debarê ya bajêr e, hema bêje bi şerê Sûriyeyê re qediya.    * Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan ku ji ber bertek nîşanî operasyona Efrînê da û ji ber fealiyetmn partiya siyasî hat girtin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” der barê wî de îdianame hat amadekirin. Dozger xwest 15 sal ceza li Arslan bê birîn.    * Dayika leşker Muslum Altintaş ku HPG’ê ew desteser kir, diyar kir ku ev sê salin ew bêyî kurê xwe roja dayikan derbas dike. Dayika leşker xwest dewlet ji bo aştiyê gavekê bavêje û ji bo PKK’ê jî got: “Ez bi we bawerim. Hûn ê kurê min bi sax û silamet bişînin.”    * Rojnameger Nedîm Turfent 2 salên wî yên li girtîgehê îro temam dibin. Rojnameger Fatîh Polat cezayê ji bo Turfent hat dayîn nirxand û got: “Wêneyê rastiya azadiya çapemeniyê radixe ber çavan.”   * Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed geşedanên siyasî û civakî yên li Efrîn, Sûriye û Rojhilata Navîn nirxand. Ehmed, diyar kir ku di sedsala pêş de qeyranek mezin li pêş Rojhilata Navîn e û sînorê dewletan tên guhertin. Ehmed, da zanîn ku ger civakên li Rojhilata Navîn xwe birxistin bikin dê qeyran bi ser nekeve u civak bi ser bikevin û qezenç bikin.    * Darên li daristana Şemzînan ku leşkeran bi hinceta ewlehiyê şawitandibûn ji nûve aj dibin.    * Piştgiriya ji bo HDP'ê her ku diçe zêde dibe. Berdevka TOP’ê Perihan Koca, diyar kir ku dê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP û Demirtaş.     * Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê dê 18'emîn Kongreya xwe li salona civînê ya TUMBEL- SEN'ê pêk bîne. (10.00)   * Rexistinen rojnamegeran CPJ, Sendikaya DİSK Basin-Îş'ê, Komeleya Rojnamegerên Hemdem, Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÖGİ) Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Konseya Çapemeniyê û Article jî di navde  dê bi piştgiriya 19 rêxistinan li OHEL'a Gonen "Li Tirkiye rojnamegerî û azadiya çapemeniyê" niqaş bikin. (10.30-15.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Sêrtê, dê bi tevlêbûna Parlamentera HDP'ê Bedia Ozgokçe Ertan buroya hilbijartinê veke. (11.00)    * Meclîsa Jinan a HDP'e ya Amedê dê bi wesîleya Roja Dayikan a Cîhanê li navçeyên Yenişehir, Peyas, Rezan û navçeya Sûrê qurnefilan belavbike. (11.00- 13.00)   * Hevparên TJA yên Wanê bi minasebeta Roja Dayikan a Cîhanê dê li avahiya DBP'ê ya Wanê şahiyek bi xwarin pêk bîne. (13.00)   * Şaxa Egîtîm Sen'ê bi minasebeta 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî panelê pêk bîne. (16.00)   * Dê li gelek navendan bi minasebeta Roja Dayikan a Cîhanê bername û çalakî bên lidarxistin.