Hogirê 11 salî yê di teqînê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî defin kirin 2018-05-12 22:52:31   MÊRDÎN - Malbata zarokê 11 salî Hogir Kayran ê li Navçeya Nisêbînê di teqînê de jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiyê defin kirin.    Malbata zarokê 11 salî Hogir Kaynar ê li Nisêbînê di teqînê de jiyana xwe ji dest da defin kirin.  Li navçeya Nisêbînê li ser rêya Bejayî ya Cizîrê li herêma Sîteya Sanayê, di nava moloz û kavilên xaniyên hatine xerakirin û li tenişta rê rokiribûn de teqîn pêk hat. Di teqînê de zarokê 11 salî Hogir Kayran ê pezê xwe diçêrand jiyana xwe ji dest da. Pişti karkerên înşaeta şantiyê hatin cihê bûyerê Hogir Kayran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Kayran li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ji bo rapora otopsiyê cenazeyê Kayran birin morga nexweşxaneyê. Malbatê piştî otopsiyê cenazeyê Kayran wergirtin û li Goristana Morîs ya Nû ya Taxa Yenişehir a Nisêbînê defin kirin. Malbate piştî wecîbeyên olî ligoristanê defin kirin.    PIŞTÎ QEDEXE RABÛN HERÎ KÊM 6 ZAROKAN DI TEQÎNÊ DE JIYANA XWE JI DEST DAN   Li navçeya Nisêbînê piştî qedexe bi dawî bûn heri kêm 5 zarok birîndar bûn û 6 zarokan jî jiyana xwe ji dest dan.    * Di 23'e Tebaxa 2016'an de Zaroka 12 salî Fehime Korkmaz bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da. Di teqîna li taxa Zeynel Abidinê de D.K. (13) û E.K. birîndar bûn.    * Di 18'ê Cotmeha 2016'an de piştî qedexeya derketina derve bi dawî bû zarokê 14 salî Kadri Barak jiyana xwe ji dest da.    * Di 25'ê Sibata 2017'an de zarokê 12 salî Y.M. û yê 6 salî M.M., di teqemeniye de birîndar bûn.    * Di 30'ê Adara 2017'an de li taxa Abdulkadir Paşa teqîn pêk hat. Di teqînê de Havin (3) û Fatih (5) Guneş jiyana xwe ji dest dan.    * Di 4'ê Mijdara 2017'an de li taxa Yenişehirê  di teqemeniyê de zarokên 12 û 13 salî N.Y., Y.Y. â T.Y. birîndar bûn.