Adar Jiyan: Teqez bi zarokên xwe re bi kurdî bi axivin 2018-05-12 17:46:56   AMED - MED-DER û Egîtim Sen'ê di çarçoveya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê kurdî de panelek li dar xist. Di panelê de Nivîskarê kurd Adar Jiyan, diyar kir ku divê teqez malbat bi zarokên xwe re bi kurdî bi axivin û wiha got: "Ger ku zimanek tenê kal û pîr bi axivin tê wateya ku ew ziman winda dibe."     Komeleya Çand û Ziman a Mezopotamya (MED-DER) û Şaxa Egitim Sen'ê ya Amedê, di çarçoveya 15'ê Gulanê Roja Cejna Ziman de li Şaxa Egîtîm Sen'ê ya 1'emîn panela “Ziman Hebûn û Perwerde" Panelek li darxist. Di panelê de Nivîskar û lêkolînerên ziman Selim Temo, Adar Jiyan û Suleyman Yilmaz wekî panelîst amade bûn. Li salona ku panel lê hat lidarxistin pankartên “Her Netew bi zimanê xwe heye" vekirin.    Di panelê de Enise Ekincî pêşkêşî kir û diyar kir ku li ser girîngiya  rojê bi armanca her kes bêtir ziman biparêze û li ziman xwedî derkevin panelek wisa pêk anîye.    Panelîst Adar Jiyan, jî li ser wate û girîngiya ziman rawestiya û wiha got: "Ziman li ser fikr û xwe îfadekirinê bandorek pir mezin dke. Ziman her dem xwe nû dike. Li ser ruyê cîhanê 10 hezar ziman hene. 4 hezar ji wan li ber windakirinê ye. 250 ziman hindik tên axaftin. 3 hezar ziman li ber ji bîrkirinê ne.    DIVÊ KURDÎ BIBE FERMÎ   Jiyan, xwest kurdî bibe zimanê fermî û li dibistanan bê xwendin û wiha got: "Teqez bi zarokên xwe re bi kurdî bi axivin. Ger ku tenê kal û pîr bi kurdî bi axivin wê demê tê wateya ku ziman li ber ji bîr kirinê ye. Li Neteweyên yekbûyî 195 endam hene. Li wir kurdî ji gelek zimanên endam bêtir tê axaftin. Ji bo kurdî ji asimilasyonê rizgar bibe divê kurdî bibe zimanê fermî.    ‘EM FÊRÎ ZIMANÊ XWE BIBIN'    Nivîskar û akademîsyen Selim Temo jî bal kişand ser têkoşîna li dijî asimilasyonê û wiha got: "Di cihanê de gelek mînakê têkoşînê hene. Ji bo hebûn û zindîbûna kurdî divê em bêtir têbikoşin. Nivîsandina kurdî pêşketinek mezin e. Lê ev tenê têr nake. Kurdî ji aliyê peyvan ve pir dewlemd e. Mirovek çiqas karibe bi zimanê xwe bi axive dikare ew qas li ser zimanê din jî serdest be û dikare bi zimanekî din jî ew qas baş bi axive.  Malbata Celadet Eli Bedirxan ji bo pêşxistina ziman tekoşînek mezin dane. Kedek mezin dane. Keda wan ji bo ziman pir zêde ye.