Beklevîç li ber Mînareya Çar Ling dawî li meşa xwe anî 2018-05-12 16:05:07 AMED – Tuna Beklevîç ê 27 roj in ji Enqereyê dimeşe Amedê û meşa xwe li ber Mînareya Çar Ling a li navçeya Sûrê bi dawî kir.  Tuna Beklevîç di 16’ê Nîsanê de ji Enqereyê ber bi Amedê ve dest bi “Meşa Biratiyê” kiribû. Beklevîç li ber Mînareya Çar Lind a li navçeya Sûra Amedê meşa xwe bi dawî kir. Beklevîç ewil hat ber Navenda Dan û Stendinê ya Nînovayê û daxuyaniyek kurt li vir da. Beklevîç diyar kir ku wî dixwest bi gel re bimeşe heta nav Sûrê lê polîsan destûr nedayê û ev 27 roj in wek dildarê aştiyê û biratiyê dimeşe. Beklevîç da zanîn ku armanca wî ne provokasyon e û armanca wî ew e ku ji bo aştiyê ketiye ser riyan.    ‘EZ JI BO AŞTIYÊ DIMEŞIM’    Hin welatiyan Beklevîç pêşwazî kir û Beklevîç pişt re bi piya di bin barîna baranê de heta nav Sûrê meşiya. Di rê de welatiyan silav da Beklevîç û wî jî got “Ez jî Edîrneyê me. Ji bo aştiyê ji Enqereyê meşiyam Amedê. Di meşê de Beklevîç bertek nîşanî astengiya nehiştin gel pê re bimeşe da û got: “Heke kut irk bî dikarî bimeşî, lê tu kurd bî nikarî bimeşî.”    BI QURNEFILAN PÊŞWAZÎ KIRIN    Beklevîç piştî meşa li nav bajêr gihîşt ber Mînareya Çar Ling a li Sûrê. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, Beklevîç li ber mînareyê bi qurnefilan pêşwazî kir. Beklevîç û Ozmen xwest in li vir daxuyanî bidin, carek din polîsan astengî derxist û destûr nedan daxuyaniyê. Piştî rojnamegeran wêneyê Beklevîç li ber Mînareyê kişand ji vir veqetiya.