HDP'ê li Wanê yekem buroya hilbijartinê vekir 2018-05-12 16:04:04   ÊLIH / WAN - HDP’ê yekem buroya hilbijartinê bi gerandina guvend û berzkirin tîlîliyan li taxa Suphan a Artemêtan a Wanê vekir. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê diyar kir ku dê di vê hilbijartinê de vîna gelê Kurd derbikeve holê. Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Êlihê jî, li Heskîfa dibin avê de bê hiştin starta hilbijartinê da.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, yekem buroya hilbijartinê bi coşek mezin vekir li taxa Suphan a navçeya Artemêtan vekir. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan, rêveberên bajêr   û navçeyan beşdarî vekirina buroyên bûn.    'VÎNA GELÊ KURD DÊ DERKEVE HOLÊ'   Atalan, di vekirina buroyê de axivî û got: “AKP bi biryara  hilbijartina zordest, armanc dike ku polîtîkayên xwe yên qirêj bike meriyetê. Ev hilbijartin, hilbijartina vîna gelê kurd derxistina holêye û pergala demokrasiyê pêş xistine. Di vê hilbijartinê de Kurd dê vîna xwe derbixin holê. Em ê divê hilbijartinê de nehêlin dîktator û desthilatdar bi ser bikevin.” Piştî axaftinên hatin kirin Dayika Aştiyê Zero Kabak (Zerî Ana) qurdeleya buroya hilbijartinê birî. Gava buro hat vekirin, jinan tilîlî berz kirin û li ber stranên Kurdî  guvend gerandin.    JINÊN HDP’Î LI HESKÎFÊ START DAN   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, li navçeya Heskîfê starta hilbijartinê da. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, bernamzetên HDP’ê, rêveber û endamên Meclîsa jinan alê HDP’ê kirin destên xwe û heya Girê Seyîr meşiyan. Jinan di meşe de dirûşmên “Jin jiyan azadî” bez kirin û li Girê Seyîr li ber erbanê guvend gerandin û starta hilbijartinê dan.    Dûre jin çûn serdana dikandaran û ji welatiyan xwestin roja hilbijartinê dengên xwe bidin namzetên parlamenter û serokkomariyê yên HDP’ê.