‘Destûra bingehîn neçar e Geliyê Munzûrê biparêz e’ 2018-05-12 15:27:14   DERSIM – Saziyên civakî yên sivîl ên Dersimê têkildarî Geliyê Munzûrê daxuyanî dan û gotin destûra bingehîn neçare Geliyê Munzurê biparêz e.   Baroya Dersimê bi boneya projeyên HES’ê yên li ser Geliyê Munzûrê bên rawestandin serî li Şûreya Dewletê da. Doz bi erênî encam bû û proje sekinî. Têkildarî mijarê rêveber û endamên Baro û Meclîsa Bila Munzur Azad Biherike li avahiya baroyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Serokê baroyê Bariş Yildirim bal kişand ser projeyên HES’ê yên li Munzurê û got: “Bi tevahî projeya 4 bendav û 5 HES hene. Ji van projeyan Bendava Bozkaya û HES, Bendav û HES a Kaletepe, Bendav û HES 1-2 ên Konaktepe, Bendav û HES’a Akyayik in.”    'DESTÛRA BINGEHÎN NEÇAR E MUNZURÊ BIPARÊZ E’    Yildirim behsa têkoşîna hiqûqî ya li dijî projeyan kir û got: “Projeyên Konaktepe li dijî hiqûqê ne.” Yildirim behsa sekinandina projeyê kir û wiha got: “Geliyê Munzurê mîrateya çandî û xwezayî ye. Bivênevê destûra bingehîn neçar e Geliyê Munzûrê biparêz e.”