ÎHD: Daxwazên girtiyên nexweş ên di greva birçîbûnê de qebûl bikin 2018-05-12 15:26:29 ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîr, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Dîcle Bozan, Ehmedê Xemî yên ji Bakurê Sûriyeyê, Ergîn Aktaş û Yusuf Bulut ên li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê yên 24 rojin di greva birçîbûnê dene û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin. Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, çalakiya 432’yemîn a “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li ber avahiya Serokwezîriyê ya li navçeya Konakê li dar xist. ÎHD û xizmên girtiyan bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û xwestin girtiyên nexweş bên berdan. ÎHD’ê di çalakiya vê heftê de bal kişand ser rewşa giryên nexweş Dîcle Buzan, Ehmedê Xemî yên ji Bakurê Sûriyeyê, Ergin Aktaş û Yusuf Bulut ê 68 salî yên 24 rojin li Girtîgeha Tîpa R a Menenê di greva birçîbûne dene. endamê Komîsyona Hiqûqa ÎHD’ê parêzer Zafer Încîn daxuyanî da.      ‘GIRTÎGEH VEGUHERÎNÊ QADÊN ÎŞKENCEXAYÊ’   Încîn, anî ziman ku li Tirkiyeyê tenê 3 Girtîgehên Tîpên R ên girtiyên nexweş derman hene û wiha axivî: “Armanca van girtîgehan ewe ku girtiyên nexweşîna giran dernam bikin û derfetên bi tendurista ava bikin. Lê li dijî vê yekê girtiyên nexweş nayên derman kirin, di şert û mercên xerab de tên hiştin. Li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê girtiyên nexweş di odeyên yek kesî de dimîn in. Pirtûkên ji derve de ji girtiyan re biçin qedexe kirin. Bi heman awayî kovar û rojnameyan jî nadin girtiyan. Girtiyên di vê girtîgehê de ji ber pêkanînê tecrît û îşkenceyê tedawiyê red dikin û sewqên xwe dixwazin.”    ’24 ROJIN DI GREVA BÎRÇÎBÛNÊ DENE’   Încîn, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rewşa girtiyên nexweş Dîcle Bozan, Ehmedê Xemî (18) yên ji Bakurê Sûriyeyê, Ergîn Aktaş û Yusuf Bulut ên li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ku 24 rojin di greva birçîbûnê dene, ne başin. Girtî dixwazin di şert û mercên baş de bên derman kirin û muamelyên rûmet şikandinê yên li dijî wan ji holê bên rakirin. Lê ev daxwazên girtiyna nayên qebûl kirin û girtî 24 rojin di greva bîrçîbûnê dene. Rewşa Ehmedê Xemî  û Yusuf Bulut ê 68 salî nebaşe û ji ber di greva birçîbûnê dene, dermanên xwe venaxwin. Ger tiştek bê serê van girtiyên nexweşînên giran, berpirsiyarê wan di asta yekemîn de rayedarên girtîgehêne.”   Piştî daxuyaniyê, çalakî bi dawî bû.