Ahmet Turk du malbat li hev anîn: Dem dema biratiyê ye 2018-05-12 13:59:43   MÊRSÎN – Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk malbatên Şanli û Kayaalp ên xisûmet di navbera wan de hebû, bi merasîmek aştiyê li hev anî.    Li Mêrsînê di navbera malbatên Şanli û Kayaalp ên ji Dêrika Mêrdînê salek berê xisûmet di navbera wan de derketibû, bi riya siyasetmedarê kurd Ahmet Turk bi dawî bû. Merasîm li Salona Dawetê ya Buseyê hat lidarxistin.    Rêveberên rêxistinên Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajêr û navçeyan, Hevşaredara navçeya Akdenîza Mêrsînê Yuksel Mutlu a qeyûm tayînî şûna wê kirin û endamên malbatên Şanli û Kayaalp beşdarî merasîma aştiyê bûn. Di merasîmê de mewlûd û dua hatin xwendin.    'DEM DEMA BIRATIYÊ YE’    Di merasîmê de Ahmet Turk axivî û wiha got: “Di demên dawî de gelek kes jiyana xwe ji dest dide. Divê di navbera kurdan de aştî pêk were. Dema berê mirovên me dikeve hev, kezeba me dişewite. Divê em pirsgirêkên di navbera xwe de mezin nekin. Heke ku em tiştên biçûk di navbera xwe de bikin pirsgirêk û em bi dijminahî nêzî hev bibin, ji bo civaka me şermek mezin e. Ji ber nêzîkatiya her du malbatên me ya ji bo aştiyê nîşan dan spasdar im. Dem dema biratî û mirovatiyê ye. Jixwe li herêma me zilmek li ser me heye. Em naxwazin li gel vê zilmê jî, em di navbera hev de pev biçin û bibin xwîniyên hev.”    Piştî axaftina Turk mezinên malbatê bi destê hev girtin û li hev hatin.