Walî, fermandar û midure polîsan ji AKP'ê re deng xwestin: Em qasid in xwediyê kar Serokomar Erdogan e 2018-05-12 13:06:57 WAN - Waliyê Wanê Murat Zorluoglu, ligel Fermandarê Cendirmeyan ê Wanê û Midûrê Polîsan ê Wanê çûn herêma Erçekê û ji bo AKP'ê û Erdogan deng xwestin. Zorluoglu, di ziyaretan de got: "Di hilbijartina 24'ê Hezîranê de tişta ku hikûmetê kiriye di aqilê xwe de qeyd bikin. Em navbênkar û qasid in. Xwediyê esasî yê vî karî Serokomar Recep Tayyip Erdogan û hikûmeta wî ye."  Bi nêzîkbûna hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê re rayedarên dewletê jî ji bo AKP'ê derketin qadan û ji bo AKP'ê û Serokomar li dengan digerin. Piştî ku Waliyê Şirnexê derket gera gundan û li ser navê AKP'ê deng xwest, niha jî li Wanê rayedarên dewletê li ser navê AKP'ê dengan ji welatiyan dixwazin.  Waliyê Wanê Murat Zorluoglu, ligel Fermandarê Cendirmeyan ê Wanê û Midûrê Polîsan ê Wanê çûn herêma Erçekê û ji bo AKP'ê û Erdogan deng xwestin. Zorluoglu, di ziyaretan de got: "Di hilbijartina 24'ê Hezîranê de tişta ku hikûmetê kiriye di aqilê xwe de qeyd bikin. Em navbênkar û qasid in. Xwediyê esasî yê vî karî Serokomar Recep Tayyip Erdogan û hikûmeta wî ye."    Walî ku niha di heman demê de qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê ye Murat Zorluoglu, li gel Fermandarê Baskê Artêşê Fermandar Korgeneral Salih Karataş, Fermandarê Cendirmeyan a Bajar Tuggeneral Yavuz Ozfidan, Midûrê Polîsan Mehmet Suat Ekicî, Fermandarê Hidûd Albay Şahin Yenilmez bi hevre li taxa Erçekê ya Rêya Armûşê li nava welatiyan geriyan û deng xwestin. Walî Zorluoglu, di ziyaretan de Şaredariyên DBP'ê reş kir û li ser navê AKP'ê deng xwest. Zorluoglu pesnê AKP'ê da û xwest welatî deng bidin AKP'ê û got: "Di hilbijartina 24'ê Hezîranê de tişta ku hikûmetê kiriye di aqilê xwe de qeyd bikin. Em navbênkar û qasid in. Xwediyê esasî yê vî karî Serokomar Recep Tayyip Erdogan û hikûmeta wî ye."