Prof. Dr. Unal: Ji bo HDP’ê rewşek erênî ya cîdî heye 2018-05-12 12:18:27   ENQERE - Prof. Dr. Leyla Işik Unal, anî ziman ku divê HDP teqez di Meclîsê de cih bigire û got: “Di nava partiye de dewlemendiyek çandî û baweriyan heye. Ji bo HDP’ê rewşek erênî ya pir cîdî heye.”   Prof. Dr. Leyla Işik Unal a ji Fakulteya Zanistiya Perwerdê ya Zanîngeha Enqerê bi KHK’a hejara 679’an ji kar hat avêtin, polîtîkayên perwerdê yên 16 salên AKP û hilbijartina 24’ê Hezîranê nirxand. Unal, diyar kir ku bi polîtîkayên neo-lîberal a cîhanê re ji salên 1990’î ve muhafizekariya li Tirkiyeyê tê xurt kirin û wiha axivî: “Bi desthilatdariya AKP’ê re ev muhafizekartî mezintir bû. Di pergala perwerdê de mînakên dersên çand û exlaqê li ber çavane. Di çarçoveyê van dersan de perspektîfîn Îslama Sunnî tên dayîn.  Ev ders ji bo xwendekarên ji baweriyên cûda mîna tundiyê ye. Bi van dersan tenê baweriya Îslamê tê dayin û ji bo jinan jî ev yek nayê qebûl kirin.”    ‘DI PERWERDÊ DE ZEXTEKE OLÎ HEYE’   Unal, anî ziman ku lîseyên Îmam Xatîban belav dikin û wiha got: “Di asta lîseyan de dibistanên Îmam Xatîb pir belav bûne. Bi vê zextên olî jî zêde bûne. Divê lîseyên Îmam Xatîbê tunebin. Ger ev hebe, wê demê divê lîseyên ji olên cûda jî hebin. Pergala perwerdê ya 4+4+4 bandorek neyînê derxistiye holê. Li vê derê herî zêde li ser zarokên keç polîtîkayek tê birêve birin. Dinava  16 salan de polîtîkayên li dijî jinan hatin bi rêvebirin, bi awayekê pir eşkere li holêne. Ev dibe sedem ku zarokên keç û xurt dest ji dibistanê berdin û tu qeydên vê yekê tüne ne. Piştî demekê êdî mirov nikara wan zarok cardin bigire dibistanê.”   ‘KESÊN JI KAR HATIN AVÊTIN DIBE KU DENGÊN XWE BIDIN HDP’Ê’   Unal, da zanîn ku hilbijaratina 24’ê Hezîran bi qedera wan re yeke û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di pêvajoya  hilbijartinê de  divê HDP qezenc bike. Weke kes ez piştgiriyê didim HDP’ê. Kesên dinava me de yên bûne  bernamzet jî hene. Dibe ku kesên ji kar hatin avêtin piraniya wan dengên xwe bidin HDP’ê. Bêguman kesên ji êrîş û zextan aciz bûne jî dê dengên xwe bidin HDP’ê. Ji bo HDP’ê rewşek erênî ya pir cîdî heye. Ji ber ku di nava HDP’ê de dewlemendiyek çandî û baweriyan heye. Mixabin helwesteke CHP’ê ya di mijara jinê net, tuneye. Cardin HDP xwedî perspektîfek femînîstiye.”